şêx cafrî ’ebabeyle hebû pyawêkî qise...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  817 Dîtin

şêx cafrî ’ebabeyle hebû, pyawêkî qisexoş û ’entîke bû, bełam heta biłêy naşîrîn û bedfesał bû. se’îd begî badełanîş hebû, ewîş pyawêkî êcgar qisexoş û dîwexanara bû. řojêk se’îd beg eçête dîwexanî eḧmed begî wesman paşa, seyr eka şêx cafir lewê danîştuwe, bełam wirtey le dem nayete derewe û be tewawî pejare daygirtuwe. her çende eydiwênê be hîç cor şêx cafir nayete qise û her ełê: «se’îd beg wazim lê bêne zor ’aczim». se’îd beg ełê: «şêx cafir eger êsta min tom hênaye pêkenîn çîm edeytê?» şêx cafir her deng naka; be kurtî girew eken leser hendê pare kih eger em ewî hênaye pêkenîn ewende parey bidatê, eger xo waş nebû, em dû ewende pare bida bew. bem core gifit ebřinewe û se’îd beg win ebê, le paş tozêk dêtewe, awêneyek eda be dest şêx cafir û ełê: «ha seyrî xot bike, gurgit ewê heye, çeqełit ewê heye, meymûnit ewê heye, wiriçit ewê heye, her řimuznêkit ewê le dinyada heye». le řastîda şêx cafir seyrî awênekey berdemî eka û gwêy lem qisane ebê, dest eka be pêkenîn û gireweke edořênê.