cafirsan le newsû bîst û çwar kuřî swar...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  940 Dîtin

cafirsan le «newsû» bîst û çwar kuřî swarî hebû ke her yeke dîwexangêřî wiłatêk bûn, řojgar piştî tê eka û dîwexanî xanedan namênê. mistefa beg û ya miçesûrêk hebû, goya emeş yekêk bû le xizme here nizîkekanî cafirsan. em miçesûre ber ew derbederîye nekewtibû, her lew wiłateda mabuwewe; miçesûr jinanî bû, řojêk pêy heł’engiwê, ke ekewê ełê: «wî!» kabrayek hebû «ele zile»y naw bû, le tenîştîyewe ebê, gwêy lê ebê, ełê: «miçe! biłêm çî le îşî xwa? xwa bîst û pênc xanedan kwêr ekatewe, to le şwên agirdan becê dêłê».