kabrayek hebû eḧe xiřnûkî naw bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  803 Dîtin

kabrayek hebû «eḧe xiřnûk»y naw bû. em eḧe xiřnûke îşî «şayer» bû; şayî egêřa. jinêkî hebû «bacî semen»y naw bû. bacî semenîş îşî ewe bû, mirdûy elawandewe, «serdoł» bû; her mirdûyek bimirdaye, ehatin eyanbird eylawandewe, legeł emeşa dîsan jyanyan her kûř bû.

şewêk bacî semen herwa tozê destî kird be lûtupûtkirdin legeł mêrdekeya. eḧe pêy wit: «mirdût mirê! lûtupûtî çî ekey? kê wekû êmey bo hatuwe? dinya dû çimkî heye! ya xoşîye, ya naxoşî; ême herdû çimkekeman girtuwe. eger wîstiman xoşî bikeyn min be bałay toda ełêm, eger xo wîstiman naxoşîş bikeyn to min bilawênerewe, îtir emey bo çîye?»