emeş her le qisey kurdîye ełê carêk ke...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  856 Dîtin

emeş her le qisey kurdîye ełê: carêk kerwêşkêk bołe tirêyekî dîyewe. řêwîyek hat lêy fiřand û xwardî. lêyan bû be hera û wityan: ba biçîn şer’ bikeyn. hestan çûn bo lay «marmêlke». leber kunekeya řawestan û kerwêşk witî: «hey marmêlkey bałaberzî newciwan, ey qît û qincey çoł û byaban!» marmêlke witî: «ełêy çî? hey dengixoşî derbendan, hey ziman şîrînî zimanzan?» witî: «hatûyn şer’iman bikey». witî: «hatûnete lay danayekî şer’izan». witî: «were derewe laman». witî: «mamotkan eçne layan». witî: «min bołe tirêyekî şîrînim dîbowe, řêwî hat lêmî fiřand û xwardî». witî: «dyare çakey boxoy ewê». witî: «mistekołeyekim lê da». witî: «lebatî heqî xoy kirdûtewe». witî: «êste şer’iman bike». witî: «kirdim».