ne neyxaney ten ayr horêzan

Li pirtûka:
Dîwanî Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 1 Xulek  624 Dîtin
ne neyxaney ten ayr horêzan
bizîskey çexmax kam şeşxan xêzan
kam dûden řûy dił baz hem poşawe
kam hûnen derûn dîsan noşawe
mesref xezaney derdî penhanî
xem hoşt berden mer nimezanî
şerarey tifeng bextî çarey ton
dûdî hûnî zam ciger parey ton
cestet soçna dił hane temda
ne derûn cam cam hûn dan we hemda
kûrey dił germey coşî sextişen
pey fênkî dił şîwen wextişen