bêwejne kurdêk hebû zor fêłbaz bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  1115 Dîtin

bêwejne kurdêk hebû zor fêłbaz bû, çwar pênc şwî kirdibû, bełam maweyekî zor bû be bêwejnî mabwewe. řojêk kabrayekî zebelaḧ hate lay witî: bîstûme to mêrdit nîye, minîş bê keybanûm eger şûm pê ekey etxiwazim! jine lêy pirsî: to îş û karit çîye? kabra witî: ewey řastî bê dizim. witî: çi core dizêkî? witî: min ’adetim waye êwaran ke nwêjî şêwanim kird eçim bo dizî, beyanî bo nwêjî sibḧeynê dêmewe, nayełem nwêjekem biřwa! sa xwa çî be nisîb kirdibû eyhênim pêwe řa’ebwêrim, bełam be řoj hîç le mał naçme derewe. jinke çû legełî bo lay melayek xoy la mare kird.

le paş çwar řoj şewêk nwêjî xewtinan, kabrayek hat witî: bîstûme to bêwejnî, eger şûm pê ekey etxiwazim! pirsî to çi karey? witî: îş û fermanim her dizîye! witî: çilon dizêkî? witî: dizî řojim, beyanî ke nwêjim kird eřome derewe, małê dergay danexsitibê şitêkî lê edzim. ya xud gîrfanêk ebiřim, we ya be fêł û tełeke şitê des xom exem, êware dway nwêjî şêwan dêmewe nwêjî xom ekem û îtir be şew naçme derewe! jineke witî eme xwa dawye be řoj û be şew min le ahniga bim çû xoy lewîş mare kird!

nizîkey çwar pênc mang be řoj dizî şew, lelay bû be şewîş dizî řojî lela bû! řojêk witî: be xwa wa çake min em dû mêrdim le yek aşkira bikem bizanim çî eken.

şew be dizî řojî wit: fiłanî sibeynê meço bo dizî, bîst qiřanim le lay kwêxakey «bawemerde» ye, biço bom bisênewe. witî: çake. beyanî kulêre be řonêkî hêna leber çawî kabra kirdî be dû kertewe, desesřêkî sûrîşî hêna, kirdî be dû letewe, kerte kulêrey xiste naw lete desesřewe day be dizî řoj witî: biřo, bełam leser perdekey qilyasan danîşe naneket bixo heta hawřêyekit lê hełbikewê ewsa biřo, newekû řotit bikenewe. kabra witî: çake. letekulêre û desesřî naye baxełî û lêyda řoyî.

le paş řoyştinî ew, dizî şew - ke mêrdî řoj bû - hatewe, jineke witî: fiłanî damenîşe bîst qiřanim lelay kwêxakey bawemerdeye, biço lêy wer bigrewe, emeş bo têşûy řêgat, bełam leser pirdekey qilyasan danîşe bîxo bełkû hawřêyekîş peydakey be tenha meřo ba tûşî cerde nebî!

kabra nanekey wergirt û kewte řê. ke hat leser pirdekey qilyasan temaşay kird zelamêk danîştuwe kulêre exwa. selamî kir û le layewe danîşt. têşwekey derhêna letê kulêre le naw letê desesřî sûrda, destî kird be xwardin. kabray heweł pirsî: ewe toş letê kulêret pêye le naw letê desesřida?! witî: bełê. witî: sibḧanełła minîş her şitêkî wam pêye! ke lete kulêreyan be yekewe na, temaşayan kird kulêreyeke û kirawe be dû letewe! desesřekeyan be yik girt, ewîş yek desesiř bû dû parçe kirabû!

yekêkyan pirsî: to bo kwê eçî û îşt çîye? witî: jinekem bîst qiřanî lelay kwêxakey bawemerdeye eçim boy esênmewe. witî: jinkem bîst qiřanî le lay kwêxakey bawemerdeye eçim boy esênmewe. witî jineket nawî çîye? witî: xendan. witî: kuře xo ewe jinî mine! we min eçim parekey bo esênmewe!

leser eme nizîk bû biçin be gij yeka. naçar herdûkyan geřanewe, çûne lay jineke û wityan: to jinî kêy? witî: her kamêktan aza bin jinî ewem û le îşî xoya westabê ew ebê be mêrdim! herdûkyan bem qiseye řazî bûn. dizî řoj witî: êsta řoje ba biřoyn min westayetî xomit pîşan dem. dizî şew dway kewt, hatin bo bazař, cûlekeyekî dewłemend ke kutałî firoştibû be bazirganekan, le ḧucrey xoy hate xwarewe bo ḧeftane sendin. dizî řoj qełemêk û parçeye kaẍezî be destewe girt. cûleke le dukanêk çwar lîre, le yekêkî tir pênc lîre, le yekêkî tir panze mecîdî, le yekêkî tir çwar kaẍezî pênc mecîdî. bem core şeşsed ḧewsed mecîdî wergirt.

le piř dizî řoj destî kird be baxełya kîse parekey derhêna. xwace yexey girt witî: kîsekem. dize witî: kîsey çî? - bê dîn? teşqełem pê ekey! xwace hawarî kird û candirme hatin wityan çîye? cû witî: em kabraye destî kird be baxełma kîse parekemî dizî. kabra witî: qurban diro eka kîse parey xome eger şahdî heye başe. cuwe witî: şahîdim le kwê bû, to be dizîyewe dertihêna! witî: qurban lêy bipirse le xwace ke aya min parekem jimard? xwace witî: nexêr, wa le baxełya. dize witî: qurban eger parey ewe, kîseke çendî tyaye?

ke kîsekeman jimard be tewawî qisey kabra bû! me’mur emrî kird: a dû şeq lem cûlekeye hełden teşqełe bem misłimane hejare ekat. yek dû hermêyan da be xwace û deryan kird. kabra be dizî şewî wit: çilonim? witî: başe, bełam îmşew norey mine. witî: çake.

şew beřê kewt pyawêkî gewrey wekû meḧmû paşa hatbû le małî pyawêkî gewre mîwan bû. dizî şew, dizî řojî bird û çû be kemend çuwe serban, řefîqekey hiłkêşaye serban, çûne xwarewe, qazêk le ḧewşekeda bû dizî şew serî biřî û day be dizî řoj witî: lem metbexe danîşe, ewe agire bîke be kebab birsîmane. xoyşî hate serewe, temaşay kird awa paşa leser çwar payeyêk nustuwe xizmetkarêk leber kursîyeke danîştuwe ḧekayetî bo eka, «sułtan meḧmû» legeł «heyasî xas» wa řoyştin û wa hatin, bełam xizmetkareke zor xewî dê, legeł paşa xewî lê ekewê kabraş belada dêt, le paş çend deqeyek paşa xeberî ebêtewe ełê: ḧemey xesrew ḧekayet bike. ḧeme heł’estê dîsan çend qiseyekî tir le ḧekayeteke eka.

dizeke sebeteyekî gewrey be gurîsêk best. gurîsekey le darêkî binmîçî hodeke hełkêşa, sebetey hêna be hêwaşî pałêkî be ḧemey xusrewewe na, xistîye sebetekewe serî gurîsekey řakêşa, hêwaş hêwaş heta sebete le binmîç qaym bû, ḧemey xesrew be seqfekewe hełwasra! dize destî kird be şitûmek kokirdinewe, paşa xeberî bowe witî: ḧemey xesrew ḧekayet bike. dize danîşt eyzanî ḧemey xesrew le kwê da ḧekayetî biřîwe. witî: paşa sułtan meḧmûd way wit, heyasî xas way kird! dizî řoj hatbû bizanê çî eka, ke çawî bem kare kewt sersam bû!

lem wexteda bonî goştî qazeke hat. dize be řefîqekey wit: bigeře qazeke sûta. paşa hîç lêfekey laneda witî: ḧeme qazî çî? witî: qurban lew wexteda kebabî qazyan bo sułtan meḧmûd ekird! paşa xewî lê kewtewe. dize herçî benirx bû kirdî be kołêk û hate derewe, legeł řefîqekey qazîşyan hêna û hatnewe bo małewe!

paşa wextî beyan xeberî bowe bangî kird: ḧemey xesrew, ḧemey xesrew. ḧeme xeberî bwewe hîç çawî nekirdewe ke le kwêye, destî kird be ḧekayet bedem xewewe! paşa temaşay kird ḧeme le dûr dengî ḧekayetî dê, derî hełbiřî řwanî ḧeme dengî dê, bełam xoy dyar nîye. hemû hodekey řwanî. dwayî temaşay kird le binmîçî xanuweke le sebeteyekda hełwasrawe ke çî ḧeme her ḧekayetîş eka! witî: erê ḧeme ewe çî ekey lew sebeteyeda? dwît bawik?! ke ḧeme serî hełbiřî witî: paşa boxatrî xwa eme kê xistûmye êrewe?!

înca paşa dengî kird, dû sê kes hatin sebetekeyan kirdewe û ḧemeyan hênaye xwarewe, ke wird bûnewe herçî şitûmekî paşa hebû, dizrawe û qazêkîş serbiřawe û kirawe be kebab! ew wexte zanî ewey witî: qazeke esûtê dizeke buwe paşa le kirdewey em dize zor serî sûřma, cařçîyekî nard, cařî da: ew kesey dizî le paşa kirduwe bêt ’efwe! kabray dize hat, paşa witî: çilonit em dizîye kird? kabra sertapa basî jineke û basî dizî řojî gêřayewe. paşa îtir diłî lêyan çû witî: ke wate her dûktan ew jine tełaq biden, min jintan bo dênim û bibin be xizmetkarim!