kabrayekî kurd hebû zor dewłemend bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  789 Dîtin

kabrayekî kurd hebû zor dewłemend bû, her taqe kuřêkî hebû, kabra mird û kelepûr û mîratekey hemû mayewe bo kuřekey. pyawêkî tirîş bû zeřenger bû, bełam zor qumar baz û bê ḧiqûq bû, be her corêk bû xoy kutaye bin destî kuře dewłemendewe, hemû řoj eçû legełî swarî wiłaẍ ebû, cêgay xoş xoş egeřan, le loqente nayabekanda nanyan exward, êwaranîş dîsan le małî kuře dewłemend nanî exward, bem nawewe «kîse dar» bû. hemû řojê belanî kemewe yek dû lîreşî lê edzî!

zorî pê neçû kuře pare û pûłî nema, naçar destî kird be firoştinî miłkekanî. zeřenger her řoje dûkanêk, ya baẍêk, ya koşkêkî be herzan lê ekřî û ke çî ew pareyey ke eydaye nîwey zyatrî be nawî řefaqetewe lê edzîyewe. heta way lê hat, tenanet le şitûmekî naw małîş hîçî be destewe nema legeł em hemû têkeławîyeş em maweye carêk çîye em kuřey nebirde małî xoy û banghêştnêkî bo nekird!

řojêk kuře dewłemend hîçî nemabû çuwe muẍazey zeřenger û witî: îmřo hîçim nîye hendêk parem biderê be qerz ba biçîn bo seyran. zeřenger herçend be hoy em kuřeşewe bibû be lord. witî: fiłanî êsta hîçim le la nîye, û eger bişmibê nat demê çunke hîçit nemawe be çî emdeytewe?! kuře henaseyekî hełkêşa û witî: kewaye fiłanî her em engustîleyem mawe lêm bikře, minîş hoqeyek nan ekiřim û eřom bo wiłatê, ke kes nemnasê kirêkarî ekem!

zeřenger be pareyek engustîlekey lê kiřî û řoyşit. ke çû, geyşte bermałêkî gewre, temaşay kird jinêkî cwan le bałexanewe temaşay kołan eka. kuřeş le çaw biřkê kirdin da westa bû, çunke demê bû îşî bû, temaşay jinî kird! jinekeş kuřey zor cwan hate berçaw û diłî lêy çû, be îşare bangî kird. kuře çuwe jûrewe, jineke birdye bałexane, day na lêy pirsî: to çî û çi karey? witî: be xwa fiłanî min zor dewłemend bûm, qeza û qeder hîçim nemawe, êstake hatûme ser ewey biřom bo wiłatêkî dûr îşê bo xom bikem pêwe bijîm. witî: nabê biřoy. min diłim çuwe le to hemû řojê were lam şerit bê řojê sed qiřanit bidemê. witî: çake.

ew řoje heta ’esir ahengî xoyan gêřa, le paş ’esir jineke sed qiřanî daye, kuř hatewe witî: pyaw parey nebê kes naynasê, wa çake biçim kasbî bikem. dest be cê çû kutałî kiřî û dûkanêkî bazirganî dana, hemû řoj eçuwe małeke, le paş keyf kirdin sed qiřanîşî wer egirt û ehatewe, bem core buwe xawen dûkanê wekû ḧacî ’ezîzî şer’î!

řojêk be řêkewt zeřenger başî be bazařa hate xwarewe temaşay kir di, ew aşnakey dûkanêkî pak û temîz piř le kutałî danawe. lay da witî: pîroz bê, eme key dûkanit dana, destimayet le kwê bû? witî: be xwa fiłanî ke to řût lê wergêřam û derit kirdim hatim biřom řêm kewte małe gewreyek jinêkî wa û wa bangî kirdim çûme jûrewe, bûyn be aşna û neyhêşt biřom, êsta hemû řojêk eçim keyf û aheng ekem û řojê sedqiřanim edatê, ewa minîş dûkanim danawe û êsta ke destimayeyekî başim heye.

witî: ew małe le kwêye, jineke çon jinêke û nawî çîye? kuře zor çak naw nîşanî daye, meger małeke małî zeřengerekeye û jineke jinî zeřenger başî bû! zeřenger hełsa û çuwewe dûkanî xoy, le xefeta wext bû şeq berê. wextî nîweřo ke wextî çûnî kuřeke bû zeřenger hełsa çuwe małewe, tumez kuřeke lewê bû! jine dest be cê witî: biçore ew pencereyewe û dirgay pencerekey daxist. mêrdekey hemû małekey ding û sûjin da hîçî nedî, hatewe bo dûkanî xoy.

ser le êware dûkanî bazirgan lêy pirsî îmřo çûy bo małe aşnaket? witî: bełê çûm, tenanet mêrdekey hatewe jineke minî le pencereyekda şardewe çak bû neydîmewe! kabray zeřenger be tewawî boy derkewt ke mał małî ewe û jin jinî ewe! kewtewe beyanî kuře çuwewe bo małeke le nakaw xawen mał le dergay da jine kuřekey xiste sebetekewe ke nanî têda hełwasrabû kabra hat pencereke geřa hodekan geřa hîçî nedozîyewe řoyyewe. kuře le dway ahengî xoy, sed qiřanî wergirt û hatewe dûkan, zeřenger hat û pirsî: emřo çî bû? witî: bełê çûm, tenanet mêrdî jineke hatewe pencerekeş geřa, hemû cêgayekî pişkinî, bełam le sebetey nanekeda bûm, neydozîymewe! kabra destî kird be cîngiłedan!

bo sibeynê kuře le małeke bû xawen le dergay da, jineke sendûqêkî gewreyan hebû dostekey xiste nawyewe û qufłî lê da. kabra pencerey kirdewe, sebetey nanî taqî kirdewe herçend geřa, hîçî nedî, řoyşit, kuře hate derewe sed qiřanî wergirt û çuwewe dûkan. ’esir dîsan zeřenger çû pirsî: emřo çûy? witî: bełê çûm, îmřoyş mêrdekey hatewe pencere geřa, sebetey nan geřa, bełam min le sendûqe gewrekeda bûm neydozîmewe bo sibeynê dîsan kuře çuwe małeke, jineke sindûqêkî qîrtaw kirawyan hebû zû ḧazrî kirdibû, kabra le dergakey da, kuřey xiste naw sindûqe qîrtawewe, serekey qaym kird xistye ḧewzekewe bin aw kewt. kabrake hat, em care tenanet abxane û kulanemrîşkîşî nehêşt, hemûy pişkinî. jineke witî: eme çîye to çen řojêke dêytewe em małe epşikinî çît lê win buwe? pyawe witî: hîç jineke. witî: bo çî girewêkim legeł nakey? witî: çilon? witî: to lewber ḧewzekewe minîş lem berewe xurma bixoyn, denkî xurmake bedem bihawêjîn, her kes day lew sendûqe qîrtawe ewî tir sed qiřanî bidatê! witî: başe.

jin û mêrd destyan kird be xurma xwardin û denk hawîştin. kut û piř jineke lêy da, sed qiřanî le mêrdekey wergirt, kabra řoyyewe bo dûkan. jine kuřey hênaye derewe, sed qiřan û sed qiřane girewekeşî daye!

kuře hatewe dûkan. zeřenger hat witî: îmřo çûy? witî: ay emřo çûm û kabra hatewe, hîç cêga nema ney pişkinê, bełam bereket bida le jineke, minî xistibuwe sendûqêkî qîrtaw û xistibûmye ḧewzekewe, tenanet girewîşyan kird jineke sed qiřanî le mêrdekey birdewe ewîşî da be min!

kabra înca witî: çarim nîye bom nagîrê û hemû řojê sed qiřanîşim le kîs eçê, waçake biçim be jin birakanim biłêm bełke bîkujin. sê çwar jin biray bê ḧeya û şeřanî hebû, çû boy gêřanewe ke xuşkekeyan waye û małî be quř girtuwe. wityan: fiłanî ême çilon boman derkewêt kewaye? witî: eger min kuřeke bihênim hemû qisekanî gêřayewe, îtir qisetan emênê? wityan: ne.

gurc zeřenger hat witî: bira em êwareye nanim bo dirust kirdûy biçîne małî ême. lewê danîştin, êware nanyan xward. jineke bîstî ke mêrdekey le małî birakanyetî, ewîş hat. şew zeřenger başî witî: xizmîne em kuře zor dewłemend bû, hejar kewt, le paşa xwa derûyekî çakî lê kirdewe. a tuxwa mîrza, ke hatî min engustîlekem lê kiřî û řoyştî jine cwaneke bangî kirdî, boman bigêřewe heta îmřo çît dîwe? kuře qutî: fiłanî ke hatim biřom geyştime ber małêk jinêkî cwan nawî fiłan bû, bangî kirdim, minîş çûme jûrewe keyf û ahengêkî zorman kird û řojê sed qiřanî bom biřîmewe.

îtir hemû ḧikayetekey gêřayewe, heta geyşte ser sendûqe qîrtaweke! ke jineke le hodeyekî tirda gwêy řagirtuwe ewa kabray dostî, ḧekayetî ewan eka! kuřêkî çwar sałî hebû nardîye lay pyawekan. kuře çuwe berdemî zeřenger û witî: babe, diraw! mîrza, ke temaşay kird kuřî jinekeye û be zeřenger ełê babe emca têgeyşit ke mesele çîye?! ewîş le basî xurma hawîştinî sendûqekeda bû witî: ke jineke denke xurmay hawîşt day le sendûqeke îtir min xeberim bowe! înca eger êwe te’bîrî em xewe ezanin bifermûn!

zeřenger witî: çî? xewî çî? mîrza witî: ey emřo bo xotim negêřayewe ke xewêkî wam dîwe, toş be minit fermû sê çwar řefîqim heye te’bîr ezannin bo ewanî bigêřewe? ewa bom gêřanewe! jin birakanî wityan: segbabî taze pê geyştû, temate buxtan bo xuşkekeman bikey?! kabray zeřenger îtir demî bû be tełey teqîwewe û hîçî bo nemayewe.