pyawêkî cwan’umir, jinêkî pîrî le sik...
pyawêkî cwan’umir, jinêkî pîrî le sik - westawey hebû, hemû car jineke pêy wit: biço jinêkî cwan ’emir bo xot bêne, min kełkî jin û mêrdîm pêwe nemawe, bełke xwa mindałêkîşt bidatê, ba em mał û mułket nekewête dest xełkî. îtir ewende serî kirde serî, kabra naçar çû kiçêkî hêna.
le paş çend řojêk pîrêjin agir çuwe gyanî, jing û jarî hełgirt, her eywet: hetîw! em jine qûmî xirape ewetey hênawte bereketî małman nemawe, kopełey řon xałîye! kabra hîç gwêy lê ne’egirt. axrî řojêk kabra hatewe bo małewe dû mirîşkyan hebû, her yekê de dwanze cuçkî le ber bû, seyrî kird le serangiwêlkî ber dergakeyan hemûy be mirdarewebûyî fiřê dirawe. pirsî: em mirîşk û cûçkane bo çî mirdarewe bûn? pîrêjin witî: le qudim şeř bipirse!
řojî dwayî dû gwêrekeyan hebû, pîrêjin gwêre û sarî le milyan pêça herdûkî xinkand û ewanîşî fiřêdaye ser serangiwêlkêk! kabra ke hatewe çawî pêkewt pirsî: emane boç wayan lê hatuwe? pîrêjin witî: mirdût mirê bexwa darî swałî egrîte dest. kabra witî: înca çarem çîye? witî: em kiçe hetîwe tełaq bide. witî: xwa bitgirê hemû çend řojêke hênawme û pareyekî zorim tya xerc kirduwe çilonî tełaq bidem?! xo eger tełaqîşî bidem mareyî û nefeqem lê estênin. pîrêjin witî «bîkuje, bîkuje». kabra witî: «aliḧkim lilhErebî» eykujim.
dû řojî pêçû pîrêjin witî: dirozin xo to witit eykujim kwa, hîç dyar nebû? witî: nazanim çeqoy tîjim pê nîye ke serî bibiřim. pîrêjin witî: min çeqoy tîjit bo ehênim! ew řoje heta êware çeqoyêkî be hesan sû, şew wextî nustin hênay xistîye koşî mêrdekeyewe. beyanî zû hełsa temaşay kird jinekey piştîr emałê! çû kabray xeber kirdewe, witî: bo çî serit nebřî? witî: be xwa jineke leser cêga, lêkim dayewe eger serim bibřyaye ḧukmet ḧepsî ekirdim eyanut to leser çî em jinet ser biřîwe? lewane bû hełm wasin. eger ḧukmetîş neyzanyaye biray heye eyankuştim. pîrêjin witî: kewaye bîxnikêne! witî: çake!
sibeynê ke pîrêjin temaşay kird ewa hewêke meşke ejenê! dîsan mêrdekey xeber kirdewe witî: ewe bo çî netxinkand? kabra witî: lêkim dayewe eger destim bixistaye bînî hawarî ekird, xełkî ehatin û tûşî kêşe ebûm û bełkû dereqetîşî ne’ehatim. pîrêjin witî: de emşew min dêm herdû destî egirim nayełim cim bida, toş dest binêre û bîxnikêne! kabra witî: zor başe.
şew wextî nustin hat jineke çuwe ser cêgay xoy řakşa pîrêjin be kabray wit: de hełse ewa min destî egirim toş bîxnikêne. kabra witî: jineke wa nabê be xwa eger bîxnikênim xełkî ełên em jine êware saẍ û selîm bû şew bo çî mird? dyare ḧekîm dêt û temaşay eka û řapor eda ke xinkawe, ew wexte minîş û toş tûşî gobend ebîn.
pîrêjin witî: ey çarî çîye? witî: tegbîrêkî çakim kirduwe. witî: tegbîreket çîye? kabra witî: dest ekem be gaynî! şew eygêm, řoj eygêm. ewendey egêm heta emrê, ew wexte kes nałê kuştyan, ya xinkandyan! pîrêjin witî: nawełła ke wate ew cwan û cehêle wazî lê bêne, min be qed xom ’umirim řabwarduwe, min bew derde bikuje, ba řizgarim bibê û êweş bo xotan řeḧet bibin!