řojêk pîrêjnêk hat bo qerax şar, temaşay...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1129 Dîtin

řojêk pîrêjnêk hat bo qerax şar, temaşay kird ewa le naw qisnekey «wîsî nazdar» şeytan deste ejno danîştuwe û egrî û xuř xuř aw be çawya dête xwarewe. lêy pirsî: ewe bo çî egrî? witî: purê! «koste» û «bawemerde» şayyane jinbejnyan kirduwe, emřo çwar řoje dehoł û zûřna lê eden, herçendim kird byankem be gij yeka, bom nekira, le daxî ewe egrîm, giryan bo min başe! witî: ey ’emirit nemênê hełse were legełim, min ełêm birame toyş biłê waye, înca bizane çî ekem! şeytan witî: purê eger to şitêkit pê kira şerit bê ta mawim bibim be şagirdit.

înca herdûkyan hatne «kuste» û leřêwe çûne małî ew kuře ke xuşkî dawe û jin ehênê. pîrêjin her legeł geyştecê witî: řołe xo to xizmî, ke jinit ehêna bo çî pirsêkit be min nekird? min û bawkit xałoza û purzayn, eger be hejarim ezanî her xołî naw małekem bêjmewe çwar ewendey dewłetekey toy tyaye! kuře gelê le xoy burdewe witî: pûrê lêm bibûre be xwa nemzanîwe ke xizmayetîyekî wehaman heye, heta emřoş be xizmetit negeyştûm.

êtir pîrêjin dawênî lê kird be lada destî kird be çêşt dirust kirdin, ew jinaney ke nan û çêştyan ekird hîçyan pê nemabû hemû bibûn be seyrker. sê řoj şayî mabû, pîrêjin henaseyekî neda û qingî nenaye zewî, ewe wekû aşî çwar çwar palo her heł’esuřa! řojî bûk swar kirdin, bûkî be corê řazandewe ke hemû xełkî dêyeke sersam man. lêrewe bûkyan bird bo «bawemerde» û lewlaşewe bûkî bawmerde hat. bûkekanyan gořîyewe.

pîrêjin çuwe jûrewe temaşay kiçe bawemerdeyî kird - ke bo xałozay hatuwe! - nextê serkefî «xum»y le gîrfana bû destî têwe da û destî kird be baxełî bûkêda herdû memkî gûşî! îtir hate derewe, zaway bang kird û sê çepokî be serî xoya da û nextê pope sipîyekanî řakêşa û witî: hetîw! xwa bitgirê to ke jinit ehêna nedebû bigeřêy jinêkî be namûs û be şerim bênî? çûy em xuşke nazk û nazdaret da be qeḧbeyek!

kuře carê le tasewe çû, emca pirsî: tu xwa purê em jine çîye? pîrêjin dîsan yek dû çemołey le xoy na witî: em gêsu birîdeye dostî hetîwêkî xumxane çî bû, hemû řojêk ke bo mast û do firoştin ehat, hetîw eybirde jûrî xumxanekeyewe herçî le geł ekird eykird! tenanet řenge êstaş sing û memkî nîşaney xumî pêwe bê!

hetîwîş ker û serşêt bû em qiseyey bîst hełîkutaye jûrewe û kirasî bûkî hełdayewe, ke řwanî ewa herdû memkî cêgay pênc pence û destekey lêwe dyare û hemûy xume! îtir bebê hêł û gifit bûkî daye ber xencer! şiř û wiřî kird beser yeka!

pêxesû, ke bûkî be kujrawî dî, ewîş day be serî xoya be bawkeřo xoy geyandewe «bawemerde» û le dûrewe bangî kird: ewe bo çî řawestawin? xo kosteyî bûkyan parçe parçe kird. emanîş destibecê bûkyan pel pel kird! emca herdû dê destyan daye tifeng, heta řoj’awa bû de dwanze kesyan le yektirî kuşt!

emca şeytan ke emey dî destî pîrêjnî maç kird û witî: newek şagird! îtir purê heta mawim xizmetkartim!