dû pîrêjin hebûn, be kiçênî zor naşrîn...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1005 Dîtin

dû pîrêjin hebûn, be kiçênî zor naşrîn bûn, kes neyxiwastin, herwa manewe ta pîr bûn didanyan kewt. yekêkyan tenya danêkî mabû ewî tiryan dû dan, ew serdemeş dansaz nebû. řojê wityan xo ême le dinyada lezetman le xoman nedî ke wate ba pêkewe xanuwêk bigrîn herdûkman dest řengîn, dirûman ekeyn û ta mawîn bo xoman bem core řa’ebwêrîn.

hatin xanuwêkyan girt, dû - didane le małewe dirûmanî ekird be cilî ałuwałewe, yek - didaneş îş û karî bazařî ekird. xanuwekeyan leser řêy qerax şar bû. kuřî paşa eçû bo řaw, leser swarîyewe çawî be dû - didane kewt, be ałuwała û qed û bałayekî berz û be lar û lence, be heywanekeda ehat û eçû, be kiçêkî cwanî nazdarî hate pêşçaw! yek didaney bang kird û witî: ew kiçe kêye? witî: qurban ewe tenha kiçme, boye hênawmete em qerax şare kes neybînê û ajaweyekim bo nenêtewe, axrî lêreş řizgarim nebû cenabtan dîtan, quř be małmewe dira, etirsim kiçekem le kîs biçê! kuře mîr ewendey tir şêtgîr bû witî: pîrêjin min em kiçem her ewê.

kuře sewdayekî way kewte kelewe neytiwanî biçê bo řaw, geřayewe xişił û tedarek û pareyekî zorî nard, witî: emşew ew kiçem ewê. dû - didaneyş ařayşî yek didaney da û dû hencîre wişekey naye naw dû lagupîyewe ke çałî gupî, pê piřbikatewe! yek didane miłçe miłç hencîrî emjî zorî pê xoş bû!

şew birdyan be bûkî, kuře mîr çuwe perde řwanî wa dełe dêwêk danîştuwe! witî: ay pîrêjin çi penêkî pêdam!? şeqêkî le bûk hełda le pencerewe fiřêy daye baxekewe, hencîrî le dem derpeřî, çiłim û lîk û le sûraw û sipyaw û firmêsk dem û çawî girtibû, be heniskewe egrya û eyut: hencîrî małî daykim ewêtewe!

řêkewt wabû, kiçî şay perîyan quřgî xiř bibû der nedebû. le taw janî quřgî aramî nebû, texte - řewanyan leser şanî perîyan bo danabû eyangêřa, ke çawî beme kewt bê’îxtyarî pêkenî û quřgî derbû! du’ay kird pîrêjin bû be kiçêkî çwarde sałî le perî cwantir!

kuře ke pîrêjnî fiřêdaye xwarewe merinqî kird axo mawe, ya mirduwe? ke çû temaşî kird ewa baxeke le tîşkî řûnakîy yek - didane şewq edatewe! ewîş her ełê: hencîrî małî daykim ewêtewe! çû maçî kird û hênayewe odey bûkênîyekey!

dû - didaneş çaweřê bû key deyben bo kuştin! keçî be xoşî xoşîyewe hatin be şwênya, ke çû yek - didaney nenasîyewe, be naw nîşaney giftugoy pêşûyan, nasîyewe. înca dû - didane her eymałî be ser xoya û eyut: çîm kird be xom!