kabrayekî kurd dû kuřî gencî hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  802 Dîtin

kabrayekî kurd dû kuřî gencî hebû, kuřekan çûn dû xuşkyan xwast, zorî pê neçû yekê le kuřekan řeng û řûyekî tirî hełênayewe û řoj be řoj cwantir ebû, keçî ewî tiryan be pêçewaney ew řoj be řoj xiraptir û perputtir ebû, le birakey xoy pirsî: erê bira to le małewe legeł jineket çonî? witî: bira, jinî wa çak û gwêřayeł her nebuwe. witî: erê to çonî? witî: be xwa bira kuştumî, min ełêm sîr û ew ełê pyaz! birakey witî: nabê, herdûkyan kiçî yek bawik û daykin, boç ebê ew wabê û em wabê? witî: eger biřwa nakey ba taqîyan bikeynewe. witî: başe.

kabra hesta çuwe bazař barê şûtî kiřî. bo şewê birakey û dû sê kesî tirî bang kirde małewe. le paş nanxiwardin witî: a jineke şûtîyekman bo bêne bîşkênîn. jine çû şutîye kołeyekî hêna û fiřêy daye berdemî, mêrdekey! mêrde witî: eme xirape şûtîyekî başman bo bêne. jine be nawçewanêkî girj û monewe hesta çû pênc şeş şûtî xiste sînîyekewe û hênay witî: fermû ewe şûtîyekanit ke ker nayanxiwa! ełêy xizmetkar û karekerî řagîr kirdewe, peyta, peyta emrî be sera eka! mîwanekanîş agayan lem gifit û lifteye. le paş tozê zor şermezar bûn û lêyan da řoyştin.

sibeynê birakey hat û witî: îmşew mîwanî min bin. înca çû le bazař taqe şutîyekî kiřî û birdîyewe małewe, êwarê, birakey û mîwanekanî tirî çûn danîştin. le paş nanxiwardin kabra be jinekey wit: a jineke şutîyekman bo bêne bîşkênîn. jine çû newî le şûtî û hênay dayna pyaweke witî: em şûtîye xirape biço şutîyekî tir bêne. jine şûtî hełgirtewe birdî û - hîç şûtî tirîşyan nîye - nextê xoy xerîk kird û hênayewe witî: pyaweke bizane eme çone? dîsan mêrdekey witî: be xwa emeş baş nîye şûtîyekî tirman bo bêne. jine şûtî birdewe dîsan hênayewe witî: pyaweke eme yekêkî tir bizane eme çone?

ta ḧewt car pyaweke şûtîyekey be jineke nardewe, hercar ke deçû dehatewe be řûyekî gelê xoştir le heweł car dehatewe. keçî şûtîş her yek şûtî bû! carêk neyut şûtî tirman nîye. beyanî çuwe lay birakey û witî: ha bira! jinekanman çilonin? witî: bo xatrî xwa çarêkim bike. witî: çarit her eweye tełaqî bide min marey ekem, řewştî bot çak ekem û le paşa bot tełaq edemewe.

kabra çû, jinekey tełaq da, emîş jinî xoy tełaq da, heryek jinî ewî keyan mare kird. jinî birakey tir, ke çawî bem mêrdey kewt swarî bû! ewe ew hîç! emî tirîş ew řoje ke hênay, kerêk le ḧewşeda bû be jinekey wit: a biço dołekeye aw bo ew kere danê. jine çû awekey bo dana, kereke demî bird bo aweke û keçî neyxiwardewe.

kabra her hełîkêşaye xencer û xencerêkî geyande larefîskey ker û witî: keranbawgaw lay waye ew ’aleme xizmetkarî ewe, her awî bo danên û neyxiwatewe! xwên fîçqey kird. jineke emey dî zeneqî çû! îtir milî bo em mêrdey řakêşa, eger mêrdekey bare gwêzî lê binaye xiřey ne’ehat.

le paş beynêk çuwewe lay birakey û witî: bira! jinekem bo çak kirdûy were bot tełaq edem jinî xot berewe. heryeke jinî xoyanyan tełaq da û înca le birakey pirsî: ew jiney lay min zor lasar bû çonit çak kird?

ewîş witî: kutek ezanê qonax le kwêye û basî kerekey bo gêřayewe.

kabra ke jinekey mare kirdewe fîkirî kirdewe witî: be xwa wa çake ba minîş her le hewełewe řay bênim. be jinekey wit: a jineke merkaneye aw dabnê bo gwêdrêj ba bîxwatewe. jine çû merkane awî dana û kabra çû be lay kerekewe - jineş řawestabû - seyrî kird kereke awekey naxwatewe, hełîkêşaye xencer ke le wirgî ker bida. jineke xêra destî bird, destî kabray girt û witî: meke, lêt naweşêtewe, be xořayî kerekeş mekuje, to her pyawekey caranî çakit enasim! kabray quřbeser destî sardibwewe û çowe doxekey caran.