jinêk sê kiçî hebû, yekêkyanî da be şû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  704 Dîtin

jinêk sê kiçî hebû, yekêkyanî da beşû, pêy wit: řołe, şew ke eçîte lay mêrdeket lew wexteda ke xerîkî îş kirdine bizêkî pêwe bike, bizane ełê çî! kiçe, şew, ke mêrdekey çuwe lay wekû daykî pêy witbû, bizêkî be mêrdekeyewe kird! mêrde zerdexeneyek girtî û witî: ay ewe bo çî wa ekey? sibeynê daykeke le kiçî pirsî: ha, řołe çî bû? witî: dayke bizekem pêwe kird zerdexene girtî û witî bo çî wa ekey! daykî witî: řołe ewe kerêke xwa pêy dawî, bextit çake ta mawî swarî be. kiçî nawincî da be şû, bew core amojgarî ewîşî kird şew ke kiçe mêrdekey hate lay bizêkî be mêrdekeyewe kird, kabra řapsika û hîç dengî nekird, beyanî daykî kiçe ke le kiçey pirsî: çîy bû? witî: daye ke bizekem pêwe řapsikaw û dengî nekird, witî řołe toyş her başî ewende heye herwext ew tûře bû, to hîç deng meke.

înca kiçî da beşû, bewîş herway wit. şew, kemêrdekey çuwe lay, lew wexteda bizêkî be mêrdekeyewe kird. mêrdeke kêşayewew îşekey nekird. hesta xoy kokirdewew be kiçe key wit: tuxwa bizanim ew pencete kame bû ba maçî bikem? kiçe pencekey xoy pîşan da, kabra çewqoyekî derhênaw engustî biřyewe. kiçe kewte qoře qoř we hawar hawar ta beyanî, beyanî daykî hat lêy pirsî: çî bû? witî: daye xwa bitgirê bo amojgarî, keminit ewa engustêkim leser dana. daykî witî: řołe engustêk biřwa biřwa çaktire ta xot. ewa pêt ełêm mêrdeket mêrde, her bibziwîtewe etkujê, ca ebê be hemû cor milî bo řakêşî.