kabrayekî kurdî dewłemend taqe kuřêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 9 Xulek  798 Dîtin

kabrayekî kurdî dewłemend taqe kuřêkî hebû leber ewey zorî xoş ewîst ne pêy exwênd, ne fêrî hîç karêkî kird. kuře le paş mirdinî bawkî destî kird be texşan û pexşan kirdin, zorî pê neçû nabût bû, pulêkî be destewe nema, çar naçar mał û mindałî becêhêşt û çuwe şarêkî weku «edirne». bêcge le kołkêşî hîç îşêkî tirî pê nekira, çuwe gimirk bû be kołkêşî gimirk. zorî neçû leber ewey pyawêkî binemałe bû xûřewştêkî başî enwand, kirdyan be ḧemałbaşî, le mawî yek dû sałêkda pareyekî başî kokirdewe.

řojêk têfkirî pareke zore eger biçtewe bo wiłatî xoy etwanê ticaretî pêwe bikat. parekanî hełgirt û çuwe kelaweyekewe, hezar lîrey kirde tûrekeyek, hezar mecîdî kirde tûrekeyek, hezar pênciwîşî kirde tûrekeyekî tirewe û zor çak qaymî kird û xistîye baxełîyewe.

ke serî hełbiřî ewa jinêkî cwankele be dyarîyewe westawe, jineke pirsî: eme çîye bawkim? witî: be xwa xuşkê, min xełkî ew wiłatî kurdewarîyem lêm qewmawe hatûmete em wiłate em paranem gird kirdotewe, eme dûsałe mał û mindałim becêhêştuwe, êstake xwa bezeyî pyama hatotewe ewendey dawmetê emewê îtir biřomewe bo wiłatî xom. jineke witî: o be xwa zor diłim pêt sûta, ke wate řaweste, minîş xêrêkim lesere le tom çaktir dest nakewê, ewa eçim bot dênim.

kabra danîşt û jineke lêy da řoyşit, zorî pê neçû temaşay kird ewa jineke polîsêk û yasawłêkî meḧkemey hêna û hatewe, kabrayan řakêşa û birdyan bo dîwanî qazî. qazî le jinekey pirsî: çîye? witî: qurban em kabraye bikes û swałker bû, ḧewt sał lemew pêş hat minîş şûm pêkird, eme ḧewsałe bexêwî ekem û çinge kiřêy bo ekem, dwênê şeřman bû sê be sê tełaqî dam, şewê hatuwe hezar lîre û hezar mecîdî û hezar bêçûm hebû, heryekî le turekeyekî çîtî mordaye dizîwyetî êsta emewê bom bisênîtewe!

qazî řûy kirde kabra û witî: ha to ełêy çî? kabra wiku le banê berbêtewe, witî: qazî beg boxatrî xwa ne jinim buwe û ne hîç û ne pareşim dizîwe. jine witî: qurban temaşay ke eme ḧew sałe bexêwî ekem keçî êsta ełê her jinîşim nebuwe? nawnîşanman ewe bê kîsekan tenanet be dezwî sipîş dûrrawin!

qazî emrî kird kîsekanyan le baxełî kabra derhêna, hemû nawnîşanî jineke derçû, înca dû şahêdîş han wityan: aşihd bîlla em kabraye swałker bû, em jine her le zuwewe dewłemend û parey be sû egeřê û xoy mare kird lem kabraye, dwênê leser destî êmeda tełaqî jinekey da, keçî şewê çuwe parekeşî lê dizîwe. îtir qazî emrî kird pareyan da be dest jinekewe û kabrayan derkirde derewe.

kabra ke emey lê kira, hat topełî quřî da beserya û le kołanêka destî kird be giryan heta êware. êware małêkî gewre beranberî bû, karekerêk hat witî: kabra were aẍajnim bangit eka. kabra witî: înca norey aẍajnî toye îtir çim pêmawe? legeł eweş witî: her babçim taze le çî bitirsim?

hełsa legeł karekereke lêyda řoyşit, ke temaşay kird jinêkî cwanî xanuman leser kursîyek danîştuwe, pirsî: bawkim! çît lê qewmaye? lem ber dergaye le beyanîyewe egrî? witî: ewey le min qewmawe le kes neqewmê. ewey beserî hatbû serapa boy gêřayewe, xanmeke witî: ew jine yekêkî genmiřengî dem û çenage kutrawî kurte bałay çaw cwane? kabra witî: bełê xoyetî. xanim witî: danîşe min beyanî parekanit bo esênmewe, bełam bew şertey ke parey xotit dest kewtewe îtir lêre nemênî. kabra witî: şerit bê heta emirim bendey to bim û îtir lew wiłateş nemênim.

îtir çû leser tenûrî małe gewreke lêy kewt û nan û çêştyan bo hêna, bełam hengiwînî be dem tał bû hîçî pê nexura, her lêkî edayewe ke aya çilon em jine parekey bo esênêtewe? bem xulyayewe xewî lêkewt.

beyanî zû xanim hełsa çarşêwî be sera da û kabray bang kird, witî: ew jine xoy witûyetî ke ḧewsałe jinî to buwe? witî: bełê. witî: eme le meḧkemeş nûsrawe? witî: bełê. witî: ke wate biço ew jine kuřêkî pênc sałî heye wa be baweş jinêkî dayanewe - ke boy řagîr kirduwe - kuřeket pîşan edem pelî bigre bîbe we biłê eybem bo wiłatî xom û kuřî xome, eger jineke çû şikatî kird toyş biłê be şer’ ewlad hîn bawke, min mindałî xom ebem bo wiłatî xom, jinkeyş zor kuřekey xoş ewê we nayda be to, heta le parekey xot hendê qazancîşî lê nesênî kuřekey mederewe.

kabra witî: sa, dey bim we qurwanit. jineke karekerekey xoy legeł nard mindałekey belay dayanekewe pîşan da, kabra çû pelî mindałî řakêşa, dayan witî: ewe çîye? witî: eřomewe bo wiłatî xom û kuřekem ebemewe le geł xoma!

dû sê mindałî tir řayan kird xeberyan da be daykî kuře, jine agirî tê çû, be ẍar dway kabra kewt witî: segbab ew kuř bo kwê ebey? witî: qeḧbe, kuřî xome wi’eybemewe bo wiłatî xom, emey wit û şepazleyekî be binagwêy kuřa kêşa, kuře destî kird be giryan. jine be tewawî agirî tê çû řay kird bo lay qazî û şikatî kird, feřaşêk hat û kabray bang kird. qazî witî: kure kabra to mindałî ew afrete bo kwê ebey?, witî: qurban min ew kabrayem ke dwênê em jine witî jinî bûm we tełaqim dawe û parekey lê sendimewe, êstake min eřom sermayey ḧewsałim em kuřeye, we be şer’îş ewlad hî bawke hî dayk nîye, eybem bo wiłatî xom! qazî fermûy: daykim şer’en ewlad hî bawke xo lêy zewt nakey?!

jine destêkî kewte emla û destêkî kewte ewla! kabra legeł le meḧkeme hate derewe çepokêkî be ser kuředa da, daykekey wext bû gyanî derçê, axrî çar naçar hat kewte pařanewe, kabra witî: afret to şêt bûy kuřekem besed hezar lîre nadem. jine dawênî bada, witî: bîke le řahî xwada hezar lîret qazanc edemê kuřekem biderewe. kabra hemû parekanî xoy le geł hezar lîre qazanc wergirt û kuřekey dayewe daykî.

kabra le diłî xoya lêkî dayewe witî: karwan řoyştuwe êstake hawřêm dest nakewê ke le gełî biřom, em pareyeş xełkî zanîwyane ke pême, etirsim lêm bidzin. înca wa çake biçim parekem lay qazî be emanet danêm, herwext karwan hat, eçim werî egirmewe we eřom. çuwe lay qazî witî: qorban em pareyem be emanet lay xot bo danê hetawekû hawřêm dest ekwê û eřomewe. qazî werî girtû - sindûqêk ke le berdemya bû - xistye nawyewe. lepaş sê çwar řoj karwan hat, kabra çuwe lay qazî witî: qurban emanetekem biderewe ewa karwan hatuwe legełî eřomewe. qazî witî: emanetî çî? witî: parekanim. qazî witî: qeḧbebab parey çî? yała derewe! kabra henaseyekî hełkêşaw destî kird be giryan û çuwewe ber małeke dîsan lêy danîşt, karekereke hat û witî: were xanim bangit eka. řoyşit, xanim witî: dîsan çîye? witî: qurban dad, le dest gurg řizgarit kirdim êsta kewtime dest swar, parekem be emanet le lay qazî danabû ewa qazî destî pya girtuwe nam datewe. xanim witî: biřo beyanî bot esênmewe, bełam bew şertey lem şare bend nebî. kabra witî: qurban eger em care destim le yexey em şare bowe şerit bê carêkî ke şewî tya řoj nekemewe. çû leser tenûreke lêy kewt û her lêkî edayewe axo bom bisênêtewe yan ne?

ew şewe řoj bowe, xanim destê cilî nayabî leber kird û xoy řazandewe sinduqêkî naye bin destî, çuwe lay qazî witî: ’erzî qazî biken îşim pêy heye tenha xom û xoy. qazî meḧkemey çoł kird. jineke be kabray wit le paş were biłê qazîye fenî emanetekem biderewe, lewe pêş tirîş amojgarî karekerekey kirdibû ke be tozêk le paş pyawekewe bêt û biłêt xanim aẍam hatewe. înca çuwe jûrewe witî:

qazîye fenî min jinî fiłan tucarim, mêrdekem bo ticaret çuwete hindistan wekû bîstûme mirduwe, ewa em sindûqe - ke piřyetî le cewahru û şitûmekî nayab - hênawme lay cenabit bê eger řast bû mêrdekem mirdibû hemûy bo to bełam le mîrat nûsîneke da çawit lêm bê, eger neşmirdibû ewa nîwey bo to û nîwem biderewe.

qazî fermûy: be ser çaw. kitupiř lem wexteda kabra hate jûrewe witî: qazîye fenî xwa řawestawit ka emanetekem! qazî tê fikirî, eger neydemewe jineke mitmanem pê naka witî: were řołe ewete lew sindûqe da bo xot derî bêne, ba min destim lê nekewê! kilîlekey daye. witî: bîbjêre biza tewawe, herçend min destîşim lê nekewtuwe, bełam şer’en wa çake!

kabra sindûqî kirdewe, parey xoy hełgirt û naye baxełî, lew kateda karekereke hate jûrewew witî: aẍa jin mujde aẍam hatewe! jineke sinduqî naye baxełî we destî kird be sema kirdin, kabray xawen pare û karekerîş kewtine çopî kêşan qazîş mêzerekey dana û destî kird be sûřdan!

xanim witî: qazîye finî min sema ekem ke mêrdekem nemirduwe, karekereke heł’epeřê aẍay be bê mizeřetî hatuwetewe, em kabraye çopî ekêşe parey xoy dest kewtuwetewe, to bo çî wa ekey?

witî: bexwa xanim minîş le mekirî to!