kabrayek hebû zor diłî pîs bû, her jinêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  674 Dîtin

kabrayek hebû zor diłî pîs bû, her jinêkî ehêna le paş çend řoj ke çawî pê bikewtaye legeł kesêkî dirawsê qisey bikirdaye, we ya temaşay pyawêkî bikirdaye gurc tełaqî eda. bemcore dwanze jinî dawênpakî bereła kirdibû. jinêkî zor karkirde û dinyadîde hebû, nardîye lay kabra bo ewey bîxwazê, xwastî û hênaye lay xoy, jinke dostêkî hebû, řojêk nanêkî bo dostikey dirust ekird û bangî kird! dostekeşî kuřî pyawêkî gewre bû, xizmetkarêkî legeł xoy hênabû, xizmetkareke le ḧewşe řawestabû, aẍay le jûrewe bû, kitupiř kabray xawen mał le dûrewe derkewt, jineke çawî be mêrdekey kewt be xizmetkarekey - ke le ḧewşekeda bû - witî: to, dest bidere xencer û biłê «be çawî xom çawim lê bû ke hate em ḧewşeyewe, be xwa eger neyden be destimewe, eçim ełêm be daroẍe xanuweketan bisûtênê û mêrdeket ḧepis bika».

wextê kabray xawen mał geyşte ḧewşe xizmetkarkey be xencerî řûtewe dî û xizmetkar ełê: min çawim lê bû ke hate êre ewa eçim xeber edem be daroẍe û jinekeş ełê: xwa qibûłî nîye to buxtan boç ekey, hîç bîstûte pyawî nameḧrem řûbkate em małe? le axra xizmetkareke be bołe boł řoyşit, jine zû hate jûrewe û witî:

pyaweke şitêkim kirduwe ke heta qyamet pyawetî to bigêřnewe, fiłanî kuřî fiłan kes, polîs û yasawłî ḧukmet be şwênya egeřan, xoy hawêşte ḧewşey ême, minîş bo ewe pyawetîyekî gewre bo to peydakem eweta le penay besteke nwênekeda şardûmetewe, ew kabraye ke xencerî řûtî be destewe bû cendirme bû, be zimanî lûs destim pêwena û řoyşit, toş kuřeke bang bike ba legełit nan bixiwa ke dinya tarîk bû be řêy bike ba biřwa, bebê şik xizmekanî zor zor minetbarit ebin! kabra kuřey le pena nwênekan hênaye derewe marîfetêkî zorî legeł nwand û le paş nanxiwardin řewane kird û gelê memnûnî jinekey bû.

yek dû řojî pê çû êwareyek dîsan nanî bo dostêkî tirî dirust ekird û bangî kird û pêy wit: îmşew pêkewe enwîn. êware le paş nwêjî şêwan, mêrdekey hatewe, jine gurc ’ebayekî hêna day be ser dostekeya û çû be pîr mêrdekeyewe, witî: pyaweke xuşkêkim heye jinî kuřêkî bê şerme, mêrdekey şeřî legeł kirduwe, ewîş torawe û hatote êre, şermîş le to eka zor şermine, xo êmeyş naşukirî nebê her yek jûrman heye eger řê ekewê îmşew ya le mizgewt ya le cêgayekî tir teşrîfit binwê!

kabra witî: zor çake û řûy kirde çarşêw beser û witî: yaxwa bexêr bêy daykekem û be jinekey wit: zor xizmetî bike madam torawe û řûy kirdote em aşe kone. ewîş witî: beser çaw le sayey xwa û serî towe leser hîç pek nakewê tenha zayfeyek çîye ba mangêk danîşê!

îtir kabra hesta çuwe mizgewt weku gûnî helac le sermana elerzî, beyanî řûy kirde mał, kabray doste direng xeberî bowe û xoy gurc kirdewe û hat le qapî biçête derewe xawen mał geyşit! jineke destubird řûy kirde dostekey û witî: wełłahî diłit ewende pîs nebê, heta êsta lelay xom buwe û neçote hîç cêgayekî tir, le sayey xwawe xuşkî min lewane nîye biçête małan!

kabray mêrdî witî: çîye û em zelame çî ewê? jineke witî: pyaweke xot eyzanî êware fatey xuşkim be torawî hate êre minîş gilim dayewe, beyanî zû gelê cinêwim pê da witim mêrdeket lêy dawî destî xoş bê be xwa ebê biřoytewe û řewanem kirdewe, êsta em kuře zawakeme hatuwe ełê xuşkit îmşew le kwê buwe? to serî xot sa lêre nebuwe? kabray mêrd řûy kirde dostî jineke û pêy wit: wełła webîla jinit îmşew le baxełî xuşkîda buwe, le hîç cêgayek nebuwe diłit hîç neka!