kabrayek kuřêkî serşêtî hebû herasî be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  783 Dîtin

kabrayek kuřêkî serşêtî hebû herasî be bawkekey hełgirtibû ke dû jinî bo bênêt, bawkîşî eyut: řołe dû jin be carê nabê. ewîş eyut: na her ebê dû bê. le axra daykekey çû bêwejnêkî dozyewe û pêy wit: maret ekem bo kuřekem, bełam ebê bitbînim çon kefukułî enîşêtewe! bêwejin witî: to karit nebê.

hênayan û lêyan mare kird. bawkî çuwe lay kuře û witî: řołe ewa jinman bo hênay heste biçore lay, ewîş eyut: dû jin nebê namewê. witî: axir dûman bo hênawî, êsta biçore lay yekêkyan, lewê bêre derewe biçore lay ewî keşyan. kuře bem core milî hênaye jêr bar û hesta çuwe lay pîrî bêwejin.

bêwejin hîç derfetî neda, yekêkî ekird sazî ekirdewe bo yekêkî tir, ew şewe ta beyanî way lê kird barîkî kird. beyanî bawkî hat witî: řołe jinekey tir çaweřê eka axir biçore lay. witî: bawe her emem bese. ew şeweş bêwejin lokandîyewe! řojî dwayî bawkî hat û witî: řołe axir jinekey tir betemaye danîştuwe, witî: bawe ew derke û daykîşim tełaq bide, eme beşî herdûkman eka! dû sê řojî tirî pê çû, kuře be tewawî hêzî lê biřa, way lê hat ney’etwanî mêşekan le leşî xoy derka! mêşêk her zor ’ezyetî eda, emîş lejêr lêwewe nûzeyekî lêwe hat û witî «laço bawe ḧîz egîna ełêm be bawkim jinêkit bo bênê».