nawerî we dił mawerû ne dił

Li pirtûka:
Dîwanî Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 1 Xulek  841 Dîtin
nawerî we dił mawerû ne dił:
min ce meylî to ladê bû ẍafił
we dîdey mexmûr şîrîn terzî to
we neş’ey şêwey bałay berzî to
ne şêx, ne mełła, ne qazî řûy şer’
ne sofî û ’abîd ehlî teqwa û wer’
nîyen daxî toş nebo ne toy dił
muşkułen azîz cemîn peřey guł
we tîrî taney řeqîbî diłseng
bînayî dîdem xatir meker teng
arê wacben taney bedkaran
pey germîy bazař ’eşqî diłdaran
nisîwî herkes mubtelay yaren
zolaney zincîr, qetłî sêdaren