kabrayekî kurd hebû sebîlî ekêşa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  629 Dîtin

kabrayekî kurd hebû sebîlî ekêşa, hemû demê sebîlekey be demîyewe bû, be estê û berd agirî ekirdewe, puşûy çakî dest ne’ekewt dar gendełî le cyatî pûşû bekar ehêna, gendełekeyş direng agirî egirt, kabray kunawe - cerg kirdibû.

kabra nexoş kewt û kewte gyanełła, jinekey çû belayewe pêy wit: pyaweke! pyaw be wesyet nemirduwe, to heqî kêt laye û kêş heqî beserteweye deng bike ba min bîzanim. pyawekeş witî: jineke heqî kesim be serewe nîye, her kesîş min her heqêkim layetî û řojêk çawim pêkewtuwe gerdinî xoş û azad bê wekû şîrî berî daykî, bełam ta řojî qyamet le dîwanî xwaşda gerdinî dar gendeł azad nebê!