ḧeme begî ḧacî řesûł beg eyut, seyd...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  816 Dîtin

ḧeme begî ḧacî řesûł beg eyut, seyd ’umrî ḧefîd eygêřayewe eyut: sałêk bałwêzêkî êran le suleymanî bû, nawî «yiḧîy xan» bû, êcgar şîftey kak eḧmed bû, hemû wextê ehate mizgewtî gewre bo xizmet kak eḧmed, be řêkewt kak eḧmed çûbû bo şarbajêř, pênc şeş tacrî sineyî hatbûne suleymanî, şabender girtibûnî, yekêkyan ke negîrabû hate małî şêx. ayşe xanîş minî bang kird witî: řołe le geł ḧacî mela řesûł biçin bo xizmet şabender tikay lê biken bełkû ew ḧepsane berełła bika. minîş legeł ḧacî mela řesûł çûm, qapîwanêk le qapîyeke bû pirsî: çîtan ewê? ḧacî mela witî: ’erzî bałwêz bike ḧefîdî kak eḧmed hatote xizmetî. ewîş destibecê witî: bifermûn. çûyne jûrewe, zorî pê xoş bû ḧurmetêkî tewawî girtîn.

le paşa ḧacî mela řesûł witî: cenabî şabender! ’ayşe xanî ḧeremî kak eḧmed seyd ’umerî ḧefîdî nardote xizmettan ke ew tucare kurdistanîyane bereła bifermûn. le geł em qiseyey ḧacî mela, şabender wekû agir biłêsey best û witî: ay, ay ’ayşe ’umerî narduwe bo tika? yałła. derewe, yałła derewe! xêra gałî dû xizmetkarî da hatin be zor deryan kirdîne derewe.