ḧisên begî ḧesen begî caf gêřayewe û witî...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
1403 Dîtin
ḧisên begî ḧesen begî caf gêřayewe û witî: sałêk leser berdenwêjekanî kanî panke nwêjim ekird, hendê kuřkarey caf hatne ewê, yekêkyan pirsî: erê kuřîne dengubasî ḧukmetekan çîye? kabrayekî bozełe hełî daye û witî: bira min pêt êjim; ew ḧukmete fêłbaze ke laqêkî le mîsir danyage, qaçêkî le êran, darêkîşî be desteweye le hîndistan hêzî xoy xistige serî, ewa hênde heřeyekî hawird, darekey biřyewe be lada kewt, êranîş qaçêkî şikand, ewa le mîsrîş xerîke qaçekey tirî eşkênin, tenha laşekey mage, lay ême, meger siłot bîxwa!