kabrayekî kurd kiçêkî hebû, beyanîyek...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1610 Dîtin

kabrayekî kurd kiçêkî hebû, beyanîyek zû kiçe le xew hełsa û řûy kirde daykî û witî: daye ay îmşew xewêkî çend xoşim dî? daykî witî: ya xwa sîfet qulhiwełła wê, nawê «la alh ala alilhErebî» wê û bo ḧemed řesûlułła wê. adey řołe bîgêřewe. witî: daye le xewma şitêk tyama ehat û eçû, ewende xoş bû, ewendeş xoş bû le hengiwîn û řonekey małî lalem fire xoştir bû! jine bangî kirde mêrdekey û witî: bêrewe kiçekeman xewêkî fire xasî dîge maşełła. bawik le kiçey pirsî: çît dîwe? witî: babe le xewma şitêk tyama ehat û eçû ewende xoş bû, le hengiwîn û řonekey małî lalem fire xoştir bû! bawkî witî: çetîw ewe kêr nebûbê?! witî: babe deng meke bo çî wa’ezanin kêrim nedîge? bawkî witî: adey bizanim çone? witî: babe kêr, kêrî fetey mame; surêkî mil dabřyagî berçanege taşryage, gişt carê le lay řan eynya der... înca bawe viring viring, tîre tîf, tîre tîf, manga le kêfewe be qoře qoř ehatewe, meşke le keybanû şêt ebû, jiłeje ekewte î wî yî. îtir xoş bû, hay xoş bû!