ḧakmêkî pêşû kabrayekî le binarî kifrî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1081 Dîtin

ḧakmêkî pêşû kabrayekî le binarî kifrî lê yaxî ebê û herçend eka boy nakewête řet. her leşkirê enêrête serî, ew be layekî tira boy der’eçê. axrî çarî namênê dênê sêsed çwarsed swar û tifengiçî swar eka û xoy legełyan eçêt, şew û řoj eykutin bebê wiçan ta eçne binarî kifrî û ew şwêne ke çetekanî lêye. le nîwe şewêka egene ewê. ḧakim yasaẍî eka ke kes ne agir bikatewe, ne teqe bika, ne dengî lêwe bêt. emaneş bo ewey ke bebê deng û seng her bew şewe abłoqey çetekan biden û le beyanya bebê qise byangirin.

hemû senger da’emzirênin. ḧakmîş sê şewe nenustuwe, zorî xew dêt ser ekate ser berdêk û be kabray nobetçî ełê: to wirya be û hîç deng meken min wenewzêk edem. ke çawî eçête xew bayekî lê ber ebêtewe. kabrayekî tirî nobetçî - ke dûrtir ebê - nazanê eme paşaye ełê: be kêrim! nobetçîyekey lay paşa pêy ełê: kuře keranbawgaw, to nabê tozê şerimit bibê? axir to nazanî ewe paşa bû? ewîş ełê: kuře keranbawgaw xotî, min çûzanim kê buwe?!

lem herawhuryayey eman, paşa be xeber dêt û epirsê: ewe çîye? nobetçîyekey jûr serî qisekey pê ełê: wis be, wis bin, meyken be hera, çetekan newek bizanin û biřon! ew heřeşeyey ew hîç kełkî nabê. îş le îş etrazê û nobetçîyekan dest edene tifeng leyek û ebê be teqe. çetekan be aga dên û ezanin eger firyay xoyan nekewn gîrawin. boy der’eçin û xoyan řizgar eken. îtir eman ew hemû ’ezyet û şewnxûnî û parêzeyan be tiřêkî paşada řoyşit!!