egêřnewe le zemanî sułtan bayezîda...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1091 Dîtin

egêřnewe le zemanî sułtan bayezîda le estembuł, wezîrêk řayspardbû êstirêkî çakî bo bikiřn, ke be swarî pêy biçê bo «mabeyn» û bêtewe. em wezîre hemû car eyut; şeytan her nîye, her kesê biłê heye diro eka. şeytan çû xoy kird be êstir û le qersîlî kabrayêkî feqîr destî kird be qersîl xwardin. kabra girtî û birdîye małewe, herçend pirsyarî kird êstir xawenî nebû, birdyane bazař, wa řêkewt pyawî wezîreke hatbû êstir bikřê, wezîr dû sê řoj swarî bû temaşay kird em êstire řewtêkî xoşî heye, fincanî qawe nalengênê û zor hêmne, cûte nahawê, gaz nagrê, îtir wezîr le xoşî êstir pêy ne’ekewte zewî.

řojêk be swarî le mabeyn û humayon geřayewe bo małewe, borîye awêk ke le dîwarêk qaym kirabû - lûleyekî biçkole be serekeyewe bû, êstir demî bo lûle aweke dirêj kird, wezîr zanî ke tînûyetî, dabezî leẍawî le ser dagirt û awî borîyey berda, êstir demî xiste naw aw û barîk buwewe û be zîn û bergewe çuwe naw lûlekeyewe!

wezîr bangî kird! kirêkar bêt em borîye lem dîware têk bida, kirêkar destyan kird be dîwar têkdan. xawenî dîwar çû şikatî kird, çend candirmeyek hatin le wezîryan pirsî: bo çî xanûy xełkî wêran ekey? wezîr witî êstirekem çûte em borîye awewe! wityan: cenabî wezîr xo to eqiłit heye, êstir bew zelamîye, borî bew biçûkîye çilon eçête nawî? xo em borîye tirozîyekey ’erebistan nîye! wezîr her leser qisey xoy bû, witî: be çawî xom çawim pêkewt çû be kunî borîyekeda. le axra komełêk le pizîşkan ko bûnewe řaportyan da ke wezîr şêt buwe û xistyane tîmarxaney şêtanewe!

hejare maweyekî zor le tîmarxane mayewe, axrî dost û biraderî hatin wityan: bawkim! to waz lew qiseye bêne ba řizgarit bibê. emca kabra be naçarî witî: babe dirom kird. be her tika û pařaneweyek bû le tîmarxane hate derewe. řojêk bew kołaneda ke borîyekey lê bû řabûrd, temaşay kird ewa êstireke her dû gwêy le kunî borîyekewe hênawete derewe! witî: çî bikem çawêkim le gwêçkekante û çawêkîşim le goşey tîmarxanekeye!