kabrayek bû westa sadqî naw bû ḧesîrî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  991 Dîtin

kabrayek bû westa sadqî naw bû ḧesîrî dirust ekird, em westa sadqe mê bazêkî naquła û canewer bû, legeł eweşa zor qumarbaz û fêłbaz bû. řojêk be kołana esûřayewe tûşî jinêk hat ewende cwan bû basî be kes nakirê, eger mêwje řeşekey bixiwardaye le say girdinyewe dyar bû. westa sadiq ke temaşay kird be carê agirî têber bû boy.

dway kewt, em kołan û ew kołan û heta kirdye małêka, pirsyarî kird, wityan eme jinî fiłan kesî bazirgane. westa destibecê çuwe dûkanî kabray bazirgan selamî lê kird û danîşt, wekû kesê ke zor aşnayetî bûbê destî kird be eḧwał pirsînî; herçend pêwîstîşî nebû, deste siřêk û hendê kûtałî lê kiřî, hîç sewday nekird, her şitê bazirgan bîfermiwaye gurc parekey edaye.

le ber ewey ḧesîrî ekird ew kesaney ke puşełban efroşin û ewaney ḧesîryan ekřî her şitêkyan pêwîst buwaye le çît û kûtał, eyhênan bo lay bazirgan û şitûmekî bo ekřîn. le mawey yek dû ḧefteda aşnayetîyekî tewawî legeł bazirgan peyda kird.

řojêk bazirgan be nawî dirawsê - dûkanyewe çuwe ser dûkanî westa sadiq, westa xêra nardî ça û befraw û mîweyan hêna û marîfetêkî zyad le endazey legeła nwand. bo řojî dwayî bazirganî bo qawełtî bang kirde małî xoyan û ewîş emî bang kirdewe, îtir bûn be dostêkî zor xoşewîst. řojêkî tir dîsan bazirganî bang kirdewe bo małewe û be jinekey xoy wit mesîne û legen bênê destî bazirgan bişwa û şermî lê neka. mîrza her çende witî: nabê, westa witî: ewe çî efermûy? ême taze yek małîn şerim û şiku nabê le beynimana bimênê. le paş dû sê řoj westa sadiq çuwe małî bazirgan û ewîş be jinekey xoy wit ke aw bika be dest westada û nabê şermî lê bika û pêy wit ême wekû bira wehayne.

dey, dey wayan lê hat westa sadiq, mîrza le mał buwaye û nebuwaye eçû serbest da’enîşt, çend řojêkî pê çû ke îtir hîç şerim û perde le beyna nema, řojêk kes lewê nebû, westa sadiq řûy kirde mîrza jin û witî: fiłanî řastî biłêm min diłim çuwe lêt û bot sûtawim û hoşim nemawe bo xatrî xwa çarêkim bike. jineke xoy le xoya afretêkî dawên pak û be edeb bû, herçend witî: westa, to biray minî û legeł mêrdekem wekû bira wane, eme karî kirdin nîye û xwa qibûłî nîye, neçû begwêy westada, naçar jine her ewendey pê kira witî: başe, şewê le dîwexanekeman xot bişarewe minîş nîwe şew dême lat.

şew wekû caran westa sadiq danîşt û wextî nûstin hełsa řoyşit, çû le hodey serdałan - ke dîwexan çoł bû, xoy şardewe. jineke zanî ke lewêdaye le diłî xoya witî: eger eçme lay em segbabe nabê, eger be mêrdekem ełêm ke westa sadiq wa xa’ne û êstaş le dîwexaneke xoy dagirtuwe her nabê û naşîrîne. hesta be boney desniwêjewe çuwe ḧewşe û be řakirdin hatewe lay mêrdekey û witî: pyaweke êsta le ḧewşe bûm gwêm le dengî koke bû le hodey ser dałaneke! mîrza xencerekey be řûtî girt be destewe witî: desa toyş fanosekem bo hełgire.

jineke fanosî hełgirt û çûn. mîrza bangî kird: kêye ewe? westa sadiq zanî kewa hatûnete serî û witî: panze, ḧevde, hejde! mîrza dengî nasî witî: westa sadiq ewe çî ekey? westa witî: bexwa mîrza îmřo seyrim kird em hode ḧesîrî nebû, minîş hatim êstake witim firsete ba agayan lê nebê eçim eypêwim û ḧesîrêkî cwanî bo dirust ekem! mîrza witî: babe ewe çî ełêyt? pêy nawê. westa witî: qabîl nîye bexwa eykem û lêyda řoyşit.

sibeynê hatewe ser jineke û witî: bo çî îmşew mêrza zanî min bûm? jine witî: nazanim, tuxwa westa sadiq waz lew fîkire bêne gunaḧe, to biray minî. witî: xanim bexwa çar nîye diłim lêt çuwe û ebê gemem legeł bikeyt! witî: kewaye îmşew biçore tewîleke.

şew dîsan westa sadiq hat, wextî nûstin hełsa û xoy hawîşte tewîlekewe. jineke dîsan fîkirî kirdewe û neywêra be mêrdekey biłê ke ḧałekey waye: wextî nûstin witî: mêrdeke bexwa çûme xwarewe pyawêk le tewîleke ekokê! dîsan mîrza xencerekey hełgirt û jineke fanosî girt be destewe hatne ber tewîle, bangî kird: zelam kêye lew tewîleye? westa sadiq be dengêkî hêwaş witî: wis, wis êwe biřon binûn heqtan nebê! mîrza witî: westa ewe çî ekey lewê? witî: mîrza îmřo dû sê hemewen danîştibûn eyanut kes maynî çakî nîye mîrza nebê, îmşew ba biçîn maynekey bidzîn. ewa minîş hatûm lêre nobet egirim, ba bên ew wexte yan ewan min ekujin, yan min ewan ekujim! mîrza naçar bû danîşt le tewîlekeda ta řoj bowe hîç nebû. witî: mîrza min pêm witbûn ke kes natwanê dizî le małî mîrza bika.

wextî nîweřo çowe bo lay jine û dîsan serî xistewe serî, jine witî: pyawî çak be waz bêne xwa řeway heqî nîye. westa witî: nabê. jine witî: ke wate biłêm çî; îmşew min leber qapîy hodekey xoman le gwê agirdaneke enûm, mêrdekem le lay serewe enwê, şew wextî nûstin were lam. westa witî: başe! şew jineke xoy çû le lay serewe nûst û mêrdekey le gwê agirdanekeda nwand! nîweşew westa hat û çuwe ser cêgeke destî bird bo naw lingî mîrza û mîrza bexeber hat û destî girt û witî: eme çîye? westa sadiq witî: elḧemdulîla elḧemdulîla ya řebbî şukir! mîrza witî: eme çîye? westa witî: fiłanî deng meke; îmřo le geł ḧemey nadir û marfî exola basî cenabtan kira. ewan wityan bexwa mîrza qoře, minîş witim bexwa qoř nîye, tenanet sê be sê tełaqîşim leser xward. êsta ke diłim zor le ẍayeleda bû newek tałaqim kewtibê, hatim pêm na be cergî xoma û ewa taqîm kirdewe, baş bû şukir to qoř nît û minîş tełaqekem nekewtuwe! em qiseyey kird û řoyşit.

sibeynê çowe lay jine û witî: fiłanî her çî bû heta êsta řabward. îtir le î’tibarî êstakewe to xoşkî min û minîş leser destî toda tobe bê çunke ezanim to afretêkî dawên pak û şîr pakît.