ḧeme begî řesûł begî muẍaẍ gêřayewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1324 Dîtin

ḧeme begî řesûł begî «muẍaẍ» gêřayewe witî: kabrayekî şênkê «quçaẍlî» naw bû, ke pêyan ewt quçe, pyawî «mexul» hemewen bû. herçend bihataye bo suleymanî le małî ême mîwan ebû, êmeş mindał bûyn be şew eçûyn bo lay basî cerdeyî bo egêřaynewe. şewêk witî:

carêk le geł sałḧî eḧmed nazê û dû swarîke çûyn bo berî koye. karwanêkman řût kirdewe, sê êstirman be bare birincewe hêna, ew şewe heta řoj bebê wiçan hatîn, geyştîne nawçey «şêx bizeynî». zorman birsî bû, awayêkî de dwanze małîman lê derkewt. yekê le hawřêkanman witî: ba biçîn lem małane nanêk bixoyn... sałḧ witî: wa dyare em małane feqîrin eçîne dêyekî tir. kabra witî: babe! xo ême tałanyan nakeyn yekê dû nan exoyn û eřoyn be kuzî daykyanewe! bem qiseye nextê pêkenîn.

çûyn ta nizîk awayî, lewê zelamêk esûřayewe, lêman pirsî: bira pyaw maqûłî em dêye kêye? witî: min û kakem. lêman pirsî: to çî ekey lêre? witî: tepałe eçnimewe! witman ey: kaket le małe biçîn bibîn be mîwanî? witî: neweła şwanî gwêrekeye wa lew keje! îtir lus û barîk be sikî birsî be cêman hêşt...

dêyekî tirî nizîk hebû hatîne ewê, zelamêk le qerax awayî westabû, lêman pirsî: em dêye hî kêye? witî: hî mine. witman: ey to çî ekeyt lêre? witî: fiłanî, miskênekan segî zoryan heye çaweřêm yekêk bêt řewanem bikat! ke waman zanî naçar ewêşman becêhêşt!

dêyekî tir dyar bû ke seyrman kird wa şayî û řeşbełeke û buwe be hera. witman dyare lêre şiłpeye, çûyn xoman kird be małêkî gewreda, be řastî zor be tifaq bûn. jinêkî teřpîrî kemere le pişt, pwêledar, mêxekben le mil, sê çwar danî le pêşewe kewtibû, le şayyekeda temaşaman kird le cyatî dehoł û zuřna dû kuřî herzekarî dengixoş goranyan ewt, xełkekeyş jin û pyaw heł’epeřîn, bełam goranîyekeyan her ewe bû eyanut:

le boy mêxek û boy simił
ebziwênê mirdû le gił
kemere û lûle û pwêlekey
milwênkî zêře wa le mil!

le ser yek le ser yek eyanutewe. sałḧ le jinekey pirsî: ewe çîye! em kuřane her eme ezanin wa şitî tir nałên? jine teřpîre witî: be qurbanit bim çûzanim? ewe ew hetîwe ḧîzane em goranîye her be milwankekey mina heł’eden û mebestyan min û mêxek û simłekey mine.