lale serḧedî řuẍzayî aşnayekî seřacî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  1972 Dîtin

lale «serḧed»y řuẍzayî aşnayekî seřacî hebû zorî xoş ewîst, hemîşe le qisekirdinîşa berberekanî yekyan ekird. şewêk mîwanî lale serḧed bû, beyanî hêşta le xewa bû, lale serḧed hełî kutaye ser cêgakey, nuke şeqêkî têwe jend û bangî kird: a kuře řastewewe, gorane hêze nîweřoye. kabra be dem xewe witî: gemałe pîre be mîwanîş egefî?! laleyş witî: abra to deng! îmşew xewêkim dîge kesê wane û fałekeym bo bigêřêtewe, ba wetoy bêjim. seřacîş witî: to bêjî eger piçiřpiçřîş bê be derzî û direwşe pêkewe gîrubendî ekem. înca destî kirde xew gêřanewe û witî:

«sey seqa» û «bałanteran» gwêyan pêwe wê, gwêy dujmin keř wê û çawî gişt wirdeşatrî û gełayî kwêr wê! le xewma gwêlke mêçkeyekman gum bibû şwênim hełkirdibû, geyme ew deştî «nêrgisecaře», řwanîm pyagêkî řîş çermugî nûranî le ser berdekey «meḧmûd gawanî» lê hełajyage, gałokêkî we tenîşt xoya řakêşage û buzgêkî lawxasî le berdema wêsage, çist û çalak, meger her xom le tafî kuřênîma wa wirya bwêtim! pirsîm: bira to kêy û ew pîre kês? witî: lale ewe bînayî çawane û minîş «ḧemed řesûluła» le diłî xoma witim pyaw, we xwa xas bû, êsta we keramet soraxî gwêlkekem bo eka.

çûme berewe siławêkim kird, hîç necmya, bełam we lalûtêkewe bołeyekî lêwe hat wekû cwawî siławekey dabmewe wawu. temam bû tûře bibim û bêjim kawra siław siławî xwaye to boç xas cwawim nayeytewe, we gałokeket enazî?! ḧemed řesûluła xêra têgeyşit hate berewe û witî: qurwan ewe lale serḧede, lale serḧed! înca cimya û çwar meşqî lê danîşt û witî: lale we xêr hatî, meřwane qisûr, şew nexewtûm, nyazman bû bêyne mîwanî to, carê em deştem la xoş wu, wa tozê lêre ḧesaynewe. minîş witim: qurwan we xêr bêy feř û bereketit hawird.

lew wexteda lam kirdewe pêkuřeyek le çemewe ehat, bangim kird, a kawra bê lawela - kawra hełedawan řay kird hat. witim bitbînim çon řa’ekey? biçore mał ême bêje we «xaze» mîwanman têt, şeke gêjeke seruřn. goştî şekî gêj fire xoşe.

pêguře řoy û minîş řwanîme beruberpiştênî bînayî çawan kîse û sewîlim nedî, sewîlekey xomim derawird fire xoşewîste le lam, lew sałewe xazem hawird û çûbûme tancero sił bikem, ew sewîlem dozîbowe, kîse tûtnîş her ew kîse bû ke le kirasî mindałî «qeytûlî» û xoyşkekey mabuwewe herçend ewanîş pya heł’emîzan, bełam xaze gicarê eyşord, tûtnekeşî guřgel le karwanî beẍdayan da û hendê tuwtinyan bo hawirdim, tûtneke fire xoş û meger tûtnî berawî «qaynece» hawşanî bikirdaye.

sewîlê xasim têkird dame des ḧemed řesûluła bom bigrê, ta agirî bo ekemewe. hesê û berdekem derawird, gazê pûşwî naw darim dagîrsand sewîlim le dest sendewe û pûşum xiste ser, qumêkim lêda ta xas dagîrsya, dame dem bînayî çawan, mijêkî lêda fermûy: lale em tûtnet le kwê bû, fire xoşe bêje caxêkim bo dabgirin letek xoma eywem. witim we çawan.

lew demeda temaşaman kird wa le dûrewe biře swarêk derkewtin. ke hatin min nasîmin, bînayî çawan pirsî: lale emane kên? witim: ya bînayî çawan kuřgelî terxanîn hatgin bo pêşwaz. witî: ba biçin wewlawe fire bêfeřn! be şwên ewana desteyekî tir hatin. pirsî: emane kên? witim: emane wirde şatrîn. dîsan witî: emaneş bêfeřn. karwanêkî tir hatin pirsî: emane kên, witim: gełałên. witî: emane her fire bêfeřn ba çareyan newînim!

ewa bînayî çawan xoy lew serewe danîştige. ḧeme řesûluła lew layewe minîş lemlayewe. herwa qiseman ekird keçî taqme swarêkî feqyaneşořî serupêç darî gişt cwan xas cwan xas toz eken û hatin, borkewe swarêk le pêşyanewe teratên eka, bay ẍezew we tozî qulya nagat! bînayî çawan fermûy: lale emane kên? witim: emane kuřgelî řuẍzayn, ew swareş le pêşyanewe «qeytûl»y xizmetkare.

tumez emane hemû ke kawray pêkuře xewerî birdibû, gişt hatûn we pêşwaz. bînayî çawan fermûy: maşeła, maşeła le xêłî řuẍzayî, le qeytûlî surkewe swar! a pê bêje çikî noma surkewe ba xêwî, minîş witim: qîte! a bitwînim xom asayî wecaxî bawkit řûn kerewe qeytûl awzengî pya hawird, xêr û bêr wê, noma hat we xoya, serî swarê bû, kilkî swarêk, qeytûlîş le naweřastya wek ḧeme řesûluła swarî buřaq bûbê wawu!

lew serdemeda seyrî qeytûlim ekird ḧeme řesûluła serî nabuwe binagwêy bînayî çawan, têgeyştim ke gerekye we bînayî çawan bêjê daway nomakey le qeytûl bo bika. witim: kake qisey xot medořêne, qeytûl negrîs û tûře û keleşeqe, lêt tûře ewê, mîwan newî xiwayş wê nayda. bînayî çawan fermûy: miḧemed em numaye her bo qeytûl xase û her lew dêt, min êjim we řeyîsî ’enze çarewêykî ’erwey fire xas bo to binêrê.

sa ême lem ḧeysewbeyseda bûyn têfkirîm wek qetarey qułeng ser yek nîştiwê her pêkuřeyek sînîyek, ya seleyek weser serewe nan hat, bełam çi nanêk, piław gişt wek melay serçerimg teşwî tirşî ḧesen wegî le teka we qawirmey şeke gêja dewradewr deryage, pyag eşya bêjê nan bo xwa dirûs kiryage!

nan danra, «xule»y elî kewkuj we xoy û zuřnayewe peyda bû, bê ewey kes pê bêjê pêkî zuřnay lê xoş kird û fîqandî we zuřnada, ewaney nanyan hawird û kewtine jendin, kawray dehołjenî qilyasanî we fiřkanê dehołî geyand, le teqey dehoł û zûřna le gişt layekewe kenîşk û şořejnî caf gilêr bûnewe, buwe řeşbełekêk bo ḧeme paşayş ew zemawene nekiryawe, ca birakem bizane çend xoş bû we dengî dehoł û zuřnawe ew nane noşî gyan kirya.

ḧeme řesûluła fermûy «şinîne». nemzanî çî êjê, bînayî çawan fermûy: doy gereke. meşke do hat kaseyan bo piř kird, kewçkî negerekû, herwa kasey nawe serewe oxeyçî kird, minîş witim noşî gyanit wê. herwa le dengî dehoł zuřna mikayłî û sedanî gilêr bûnewe bînayî çawan pirsî: lale emane kên? ’erzim kird: qurwan mîkayełîn le tek êmeda nakokin. fermûy: řayankêşin bo ceḧenem. le dengî zîřey ewan xewerim bowe...!

katê lale serḧed em xewey gêřayewe, seřac witî: lale to êjî em gişt teḧameyan hawird xo min le małî to çeşkey birincim nekirdige? xaze her êjê birinc nekutryage, çon bew demudeste kutrya û lê nirya? minîş îmşew xwa we xêrî binûsê xewêkim dîge lale serḧed witî: abra bêje bizanim to çît dîge? seřac witî:

le xewma min zînêkim bo çawêye fiłqekey to dûrî wu, paret nedabûmê hatim be gijta, toyş destit lê dabûme şîr û subaşî, ḧeme sałḧ begî qa’îmqamî hełebce girtînî û birdînye dîwan. pirsî: erê gemałe pîrey bê kełbe gefîge em pyawe zînî bo dirîwî paret boç nedawetê? to, witit: mîrim ha le małma bexêwî ekem parey çî bidemê? emrî kird her dûkmanyan řakêşa, minyan xiste çałî pîsayî edebxanewe, toyan hawîşte çałî hengiwînewe leşmanî têwe çû.

lale serḧed hełîdaye: witî: a awe gořit wê, xas tya gewzay! seřac witî: erê weła tya qurs bibûm. lale serḧed be keyfî bû. kewte tîtałî, witî: xořayî nîye bangêştinim bo bînayî çawan kirdige! seřac witî: ewsakeş to pêkenît, mîr qînî hełsa emrî kird: mewaşîr bidelyan û bêje eşê yektir bilêsnewe! min destim kird we lêsanewey to, fire xoş wu, toyş destit kird we lêsanewey min, qêzit hatewe û we serya řişaytewe eweyşyan be zor her pê listîtewe!

lale serḧed destî kird be cinêwdan û be demîşyewe hêłincî eda û witî: dewêt bawke, ewe xewne to dîgte? seřacîş witî: ey gemałe pîrey bê kełbe! ey xewekey to xewe dîgte, qilyanit bo xwa le kîse tûtnî mîzawî têkird û bo çarewe ye fiłqêk ke be dizêtî çingitan kewtuwe qisey xwa û diłî pêẍemberit şikand?!