jin û mêrdêkî kurdewarî, gencîyan pêkewe...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
1481 Dîtin
jin û mêrdêkî kurdewarî, gencîyan pêkewe řabward û zemanêkî dûr û dirêjyan be ser bird, hîç naxoşîyek nekewte beynyanewe, le dewruberî pîrîyda kabra bû be agir û çuwe gyanî jinewe! jine ney’ewêra lêw hełbênêtewe kabra destî ekird be qise witin pêy. řojêk jineke witî: erê pyaweke! min nazanim to boç wat lê hatuwe? caran min emut sindan to etut le dewrit geřêm. min emut quzełqurit to etut be saqey zimanit bim! ke çî êsta pêt ełêm bequrban, to ełêy segbab! eme boç wat lê hatuwe? pyaweş witî: jineke waz bêne le serî meřo, ewî beynî min û toy xoş ekird nema û beserçû!