mecîd ye’qûbî le sałî 1932da muteserîf...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1091 Dîtin

mecîd ye’qûbî le sałî 1932da muteserîf bû le silêmanî, ew sałe mişkekwêre û beraz lew wiłate zor bû. kaẍezêkî bo mudîryetî zira’e le beẍda nûsîke hendê derman binêrin bo ewey ew mişkaney pê bikujin. em kaẍezeşî zor be pelepel nûsîbû, bo ewey zû dermaneke binêrin. mudîryetîş be cwabêkî řesmî cwabî dabowe û nûsîbûy lem řuwewe qiseman le geł wezaretî îqtisad kirduwe wezaretîş qisey legeł şerîkeda kird le lenden bo derman, şerîkeke witî: «wa îrsalyey tazetan bo enêrîn». mecîd ye’qûbîş le cwabî ew kaẍezeda nûsyewe bo mudîryetî zira’e witî: emreketanman geyand be mişkekan pêman witin le kunekanyan neyene derewe ta îrsalyey dermanî taze le lenden dêt û eykeyn be kunekantanewe û etankujîn! bełam bo berazekan nazanîn? her ’eynî şityan pê biłêyn ya dermanî ewan le şerîkeyekî tir daye? tika ekeyn cwabman bidenewe!