bextî minî ey zułf, ke hemware nigûnî

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  755 Dîtin
bextî minî ey zułf, ke hemware nigûnî
ya sebrî minî ey mû, ke to bê tab û zebûnî?
cîsmî minî ey tuře, meger piř teb û tabî
ya çawî minî çîhre; ke wek kaseyî xûnî?
hemferdî minî ’ûd, meger dûde henaset!
hemderdî minî řûd, meger zar û zebûnî?
ey lale! meger sozî fîraqit le cigerda
řuxsare bexwênî, weku min dax derûnî?
ahî mine şam û seḧer û derdî diłî suz
yařeb! çi ’eceb ayîne, lem ahe mesûnî
bo tîẍî birot; çake dełên: wesłete cebrî
lem çake dû řoje, bewefa çake derûnî
her kes ke tuhî bê edebNasnava edebî asa le heway ’îşq
řazîm bexuda min benebûnî; ne bebûnî