erê tersa beçe, gurcî řewş, mezheb mesîḧayî
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
2 Xulek
1009 Dîtin
erê tersa beçe, gurcî řewş, mezheb mesîḧayî
ferhengî xû, mecûsî tînetî, mîllet nesarayî
erê ey ermenî zadey, ḧeseb mu’mîn, mezeb tersa
erê ey lu’betî sadey, muẍ adabî kilîsayî
cefa werzî, weẍa pîşe, elem bexşî, beła bała
xetakarî, dił’azarî, cefa kirdarî hercayî
heta key min le destanit, le bendî mîḧnet û ẍemda?
heta key min le hîcranit, le qeydî naşekîbayî?
heta key kîbir û nazî to, beyadî řaz û bazî to
bedoşî burdebarî xom bikêşim min bexořayî?
heta key ey şehî xuban, degeł zumrey ẍułamanit
bew endaze, ke bê lutfî, ewende bê muḧabayî?
ne axir diłbera carê, bederdî bê ’îlacîy min
şîfa destêkî ’îsayî, mudawayêkî sînayî
heta tab û tewana bû, le barî xem nebû ḧałim
le dîdarit-ke çî deykem- nema tab û tewanayî
heta ew gencî zîbayî, dused ewweł becê bêne
ke her pênc û dû řojêke, dewamî gencî zîbayî
heta key guł’uzarî min, le hîcret řozgarî min
weku zułfî perêşanit, perêşan bêt û sewdayî
edebNasnava edebî çî dî neye nałet, le taracî dił û dînit
ke emřo nałe, bê weche, le lay turkanî yeẍmayî