ey zułfî tabeta, ke perêşanî şaneye

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  722 Dîtin
ey zułfî tabeta, ke perêşanî şaneye
her dawe; bo xirabîy dił, şane şaneye
memkit: henarî newresî bê dane, el’eceb
ẍebẍeb: turincî kał û lebit: nar daneye
xałî syehte, neqşî demî durcî gewherit
ya: hînduwe, qerawłî dewrî xezaneye?
sed merḧeley tefawete, we’dey wîsałî to
ta ew beheştî we’de; ke her cawîdaneye
meyde bedem badî sebawe, serî zułfî(...)
ba têk neçê le murẍî dił: ew aşyaneye
kiştî umêd hate ber, emma çi fayde!
daym řeqîbî to, leme, dasî řemaneye
têkeł nebê heta ẍemî: taze û qedîmî to
ce’bey diłim; ke cêy ẍemte: xane xaneye
canim behay maçî lebit da; gutit: keme
qesdit kemîy «beha» nîye; bełke behaneye
be’dez le’îm: sîm û zeře, yadgar û bes
be’dez me, yadgarî emeş: em qisaneye
saḧêb huner: le zawye û bê huner: bekar
çibkem xuda! le keç nezerîy ew zemaneye!
cewrî zemane xoşe, edebNasnava edebî te’ne lê geřê
tîrî ciger, melametî ew nakesaneye