takey senema we’de degeł me, becefa bê!

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  756 Dîtin
takey senema we’de degeł me, becefa bê!
carê çi debê tal’î me, we’de wefa bê!
bo ẍemzeyekit, ew diłî êmet begrew bird
carêkî nebû yek nîgehit, bo me kilabê
me’lûme ke to padşehî û ême geday řût
şaha! çi debê ger nezerêkit begeda bê!
ḧusnî çîye gułzarê, ke nameḧremî bêtê
gułşen eweye: qet çi gułî lê neçnabê
sed car wenewşe beseba bête temayl
ḧeddî çîye cana, beserî zułfî dû tabê!
baweř meke bîdem behemû lezzetî cennet
subḧî şewî hîcirit, ke wîsałî le dwa bê
bê weche mudaway erestû le diłî zar
ew sa’îd û mişte nebuwe tîrî xeta bê
şêxî me, ke we’dey bemukafatî cezada
boçî çi debê, ger bemukafatî ceza bê
wa’îz we nîye qestî nesîḧet be edebNasnava edebî
her ’adeye bew zor witne, małî xera bê