ew ce’dî muselsel, ke leser çîhre biławe

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  787 Dîtin
ew ce’dî muselsel, ke leser çîhre biławe
her dane dû sed sîlsîle, sed ḧelqe û dawe
ḧîret nîye pabendîy me, bew xetî zîbay
řojî ezelê ew xete, wa bome kişawe
giryanî beyananî mine, ’îlletî xendet
me’lûme ke pişkûtnî xunçe; beşewawe
qetrey ’ereqî cebhete, neqşî qemerî řû
ya tel’etî xurşîde, mucedder lesuhawe!
fermûte nełêm nukteyî ’îşqit beřeqîban
ew ateşî suzende bemin çon deşerawe!
aşuftegîy xom bese, ew zułfî syeh fam
boçî beşew û řoj, degeřê lêm; beçrawe!
terẍîbî ’îlacim dekey û bêxeberî lêm
çarey diłî bêçare, nemawe bedewawe
serdan û geyştin, bewîsałî lebî le’ilit
nirxêke le bazařî wefa, bo me biřawe
bo şekkerî xamit, ke nebû çarê bika xem
em cîsmî nizarem le nimî dîde twawe
bîstûme, ke: şîrîne berî sebir le encam
emma bemin, ew dare; berî lê neçnawe
kê bêt û bikat cîlwe, le lay to; ke nezaket
cameyêke dełêy lew qedid û bałaye biřawe
sewdayî serî tuřete, cana le serîda
men’î meke emřoke edebNasnava edebî fikirî biławe