heta bo mahî mîqne’ poşî to, metle’ girîbane

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  771 Dîtin
heta bo mahî mîqne’ poşî to, metle’ girîbane
le nexşeb, mîqne’î saḧîr, le sîḧrî xoy peşîmane
heta kakołî şêwawit, le bo azarî dił; desten
diłî cem’ê le em destet, weku zułifit perêşane
leber ḧusnî cîhangîrit, esîrî çahî mîḧnet bûm
’ezîzim bo zułeyxaye, ke yusif bendî zîndane
dełên cennet heye wek to; hemû efsane û neqiłn
beheştî cawîdan emřo, firûẍî ḧusnî canane
bebê to, kułxene: gułşen, le gułşen boye bêzarim
beyadit gułşen û kułxen; le lay min herdû yeksane
heta çewganî zułfî abenûsîtim bexew dîwin
serim bo goy şeqit ḧazir, defermûy go le meydane
zekatî ḧusnî řû; maçe! dełên fermûte: deybexşim
’etay fermû bemin qurban, ke bo min xêr û îḧsane
beyadî xałî dewrî dem, bigêře dewreket saqî!
biła dewran bisûřê dûr bedûr, lem seyrî dewrane
edebNasnava edebî neşkê demaẍit, ger le gułşenda řeqîbit dî
super bo tîrî çeşmî bed; serî xer, zîbî bustane