cana ke dełêy murẍî diłî met, be çi řame?

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  837 Dîtin
cana ke dełêy murẍî diłî met, be çi řame?
xałî syeh û zułfî xemit, dane û dame
can dênîye ber murdeyî sed sałe be guftar
enfasî mesîḧe eme, bexuda ne kelame
le’lî lebit û maçî demit; herdû fereḧzan
ew neş’eyî canbexşî min ewřoke le kame?
her cêge deçim, şuhretî ’îşqim bedwawe
yařeb çîye ew şořş û ẍewẍa; le dwame!
her kes le meyî ’îşqî lebit, saẍerî wergirt
ta mirdinî; xwênî cigerî şurbî mudame
sed care wekû tuře, minit xistewe lawe
pabendî gêsûte, ke naçîne çi la, me
padaşî xeta û cewr û sitem, řesmî qedîme
emřo, sitemî to, be cezay kame xetame?
ger cewre, eger lutfe, eger qehre û ger mîhir
her ’aşiqî zarîn û nizarîn bexuda, me
fermûte: edebNasnava edebî boçî le badey heye îkirah!
ḧeqqa, ke bebê camî demit, bade ḧerame