zułmetî yełda; degeł nûrî misewwer, têkełe!

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  853 Dîtin
zułmetî yełda; degeł nûrî misewwer, têkełe!
ya: degeł henyet, serî zułfî mu’enber, têkełe!
leşkirî egrîce û zułfin, betaracî diłan
ya: beyarî yek sipahî hefit kîşwer, têkełe!
şehdî guftarî lebî, wek şekkerî şîrînte!
ya: le camî gewherînda, şehd û şekker, têkełe!
xał û xetin; bûne zîbî tel’etî řengînî to!
ya: le naw mîcmer, bixûrî ’ûd û ’enber, têkełe!
nutqî řuḧ efzate, lew le’lî lebî canbexşeda!
ya: be’awî zîndegîy, ḧewzêkî kewser, têkełe!
gerdinî mînay toye û lêwî toye û çawî to!
ya: le bezmî me, mey û mîna û saẍer, têkełe!
sînete cana! ke dedrewşê; le bin tarî ḧerîr!
yane: mehtabe, degeł dîbay şuşterCih, têkełe!