cana kemim ḧewałe bebade û pyałeke

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  742 Dîtin
cana kemim ḧewałe bebade û pyałeke
maçê beme, le lêwî pyałet, ḧewałeke
şehd û şerabe noşî ḧerîfanî bezmî to
camê beme, beratî ser ew lêwe ałeke
ta muxteser le ḧesretî met agehî bibê
awêne řagre; nîgehê bew cemałeke
derdî fîraq û ẍussey eyyam û bextî bed
hersê dûçarmin, were ew řoje tałeke!
tîrêkî ẍemze, kafîye bo tîpî ’aşiqan
seyrî xedengî setwetî ew çawe kałeke
çahî zeqen le řêge û gêsû: delîlî dił
to seyrî em ’esakeş û em kwêr û çałeke!
sed zeyẍemit şikarî dû çeşmin, beyek nîga
nîrûyî şêrî şerze û ew dû merałeke
řoj û şewm xeyałî wîsałî lebit heye
ya lili’icbErebî xeyałî minî piř xeyałeke
ta key serî tekebbur û nazit degeł meye!
carêkî tefeqqûdêkî le em xeste ḧałeke
we’dey wîsałî dawe beme, yarî me edebNasnava edebî
kemtir le derdî dûrîy, dîdarî nałeke