derdî bê dermanî ’îşqit, bo diłî zarim bese

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  993 Dîtin
derdî bê dermanî ’îşqit, bo diłî zarim bese
cewr û mîḧnet ta begengê, řenc û azarim bese
bimkene muxtarî gencî ’alem û kuncî lebî
xendeyê lew dû lebî le’lî guherbarim bese
derdî bê dermanî ’îşqî, ger diłî kirdûm nizar
ẍemzeyê lew çeşmî bîmarî peristarim bese
ba nebim meḧrem weku bulbul, beher esrarî guł
leḧzeyê seyrî gułî gułzarî řuxsarim bese
ba nebê emsałeket ẍeyrî sitem, derḧeq bemin
yadî şewgarî wîsałî lutfekey parim bese
bo beteḧrîkî řeqîbit, zexmî dîkem lêdedeyt?
bew xemî ebrot qesem, zexmî eweł carim bese
boçme mînnet le ahûy kîşwerî çîn û xeta!
řayḧeyê lew tuřeyî wek mîşkî tatarim bese
diłbera fermûte: bê qendî lebî to, çon dejîm?
zîkirî qendî lêwit û tîkirarî guftarim bese
matemî kujranî xom nawê; eqarîb bîgirin
zułfî mişkînî syehpoş û ’ezadarim bese
aşnay bêgane nabim, to ke lêm bêgane bûy
te’neyî e’da û lomey yar û eẍyarim bese
taze min derbendî nam û nengî xom boçî bibim
îsmî riswayî, serî kołan û bazařim bese
ta edebNasnava edebî bestey kemendî zułfî meftûlit nebû
ey şeker leb; boçî netfermû: giriftarim bese?