xesteyî mujgan xedengêkim, nîgahî diłbere

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  931 Dîtin
xesteyî mujgan xedengêkim, nîgahî diłbere
besteyî gêsû kemendêkim, diłî efsûngere
medhoşî zîba rux û şîrîn kelamêkim benaz
weqtî guftarî: demî tengî, řîwaqî şekkere
şuhreyî afaq û taqî ’aleme, bo ḧusnî şar
sadeyî sengîn dił û ḧorî weş û sîmîn bere
ta xeyałî xettî sebzî, bote sewdayî serim
dił le dûy sewdayî zułfî, her weku sewdagere
ger le goşey řûmetî, pencey welada: tarî mû
şuz û şîraz û ’êraq, piř înqîlab û piř şeře
wa le beḧrî fîrqetîda, ẍerqî gerdabî xemim
keştîy sebirim bedaym baskûn û lengere
’îşqî řûy, mułkî diłî girt û dełên: sebrî bibê
mudde’î qel’ey musexxer kird, çi we’dey sengere!
tabekey nałet, le dest şewgarî hîcrane edebNasnava edebî
şerḧî hîcranî; weray înşayî xame û deftere