ey lu’betî tennaz û dił’aram û piř efsûn

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  820 Dîtin
ey lu’betî tennaz û dił’aram û piř efsûn
ey şahîdî piř naz û suxen coy û semengûn
her min betenê şîfteyî tel’etî to nîm
’alem beserî nêrgisî fettante meftûn
fermûte: ke fîrdewsî berîne, řuxî zîbat
ger cennete bo xwabgehî dû beçe ahûn?
şa’îr dehenî xunçeyî toy şubhî beguł kird
neyzanî, xetay kirdibû, wełłahî beşeř çûn
fermût: ke edebNasnava edebî dił neşkênê becefay to
çonim neşkê şûşe, ke amacî řuxam bûn