ey řaḧetî mudamî diłî bê qerarî min

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  793 Dîtin
ey řaḧetî mudamî diłî bê qerarî min
řeḧmê beḧałî xestey zar û nizarî min
bê «mîhir»y tel’etit, ke sebaḧî umêdme
wek şamî zułifte bexuda, řozgarî min
daym beyadî qametî seru û sinewberî to
dû coybare; bełke dû řûde, kenarî min
ta bûm bexakî pa; negeyştim, meger: seba
bênête xakî meqdemekey to: ẍubarî min
ẍembarî hîcrî tom û le xotim wela mexe
min: burdibarî mîḧnet û to: ẍemgusarî min
ta ew demem; gezafî huner bû, lemewdiwa:
xakî cenabî to û serî îftîxarî min
to: dił debey beẍaret û bemnîş dełêy: meye
boçî! meger bedestî mine, îxtyarî min!?
bêhûde ’umrî xom bexuda serfî to dekem
key to deka beqîsmetî min: kirdigarî min!
ḧîret nîye; ke neşkê xumarim bemey, edebNasnava edebî
bo? çunke her le badey ’îşqe, xumarî min