çawekem bîstim nexoşît, yařebî netbê elem

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  837 Dîtin
çawekem bîstim nexoşît, yařebî netbê elem
to; ke yek zeřet elem bê, bome yek dinyaye ẍem
hênde xemnakim leber to, ey nîgarî xunçe leb
çî dekem, çendê dekem, naçête ser kaẍez: qełem
ger nega ewřoke namey sîḧetî endamî to
xew le çawim nakewê, bew dû lebî le’ilit qesem