ta çende min xeyałî wefa, lew nîgarekem
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
1 Xulek
967 Dîtin
ta çende min xeyałî wefa, lew nîgarekem
’umrî ’ezîz, serfî ser ew întîzarekem
takey beyadî serûqedêkî kenare co
wek sebze; menziłim le dem ew coybarekem
takey be’ezmî girtinî teřlanî tuřekey
bê şewqî şem’î řûmetî, fîkirî şewarekem!
takey le hîcrî mahî řuxî, wek muncîman
her şew, be’eşkî dîde; exter şimarekem!
takey beyadî xunçedehatêkî guł’uzar
wek gułî qebayî sebiz leber, pare parekem!
layê supahî ẍemze û layê supahî xał
kwa ew tewane yek tene, řû lew hewzarekem!
ger mîḧnetî zemane, eger zîlletî fîraq
ẍeyrez řeza beḧukmî meşîyet, çi çarekem
ne taqetî weme, ke demê bête baweşim
ne tabî wem heye, ke demê lêy kenarekem
pêwem edebNasnava edebî ke ta bibyê nałeyî diłan
mînay dił, perengî dem ew goşewarekem