pênc xiştekî

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 4 Xulek  1760 Dîtin
şikarî çeşmî ahûte; diłî daym birîndarim
esîrî ḧelqeyî mûte: leşî řencûr û bîmarim
kujawî nûkî peykanî sefî mujganî xunxiwarim
le êşî zexmî xom daym; feẍan û nałeye karim
şewê ta řoj le hîcranit, bezarî û girye bêdarim
 
derûn wek ney denałênî, bezarî xoy, le destî to
meger batîn le hawarim diłêk û çawî mestî to
diłî sade peristî min peristî to
le sed cêge birîndare, bezerbî tîrî şestî to
le zexmî tîrî diłdozit, hetaku ḧeşre hawarim
 
le tawî řengî gułgunit, be’awî eşkî gułgûnim
le awî dîdeyî tarim, bedamen: řûdî ceyḧûnim
eger gebirim, eger tersa û ger gumřah û mel’ûnim
şemen asa, bitî zîba, bexakî pat meftûnim
dû ebrot: taqî mîḧrabim, xemî narim
 
serapa ẍerq û pamałim, leser gêsûyî pamałit
xerab û mest û mexmûrim, le ẍemzey çawekey kałit
qesem bew xałî muşkînit, leser dû kułmeyî ałit
weku pergare; sergerdan bedewrî nuqtekey xałit
diłî ḧeyran û sergeştey cefaberdar û xembarim
 
benefşey perçemî nîlî, ke ber řûy nesteren pexşe
sewadî zeřgerî řûse, leser suxmey teła neqşe
le gerdin nuqreyî xam û le goşt zêřî bê xewşe
weku «sîcab»e sîney to, beła sîcabî bê ře’şe
...............................................................Teksta ne aşkira ateşî narim
 
diłim giryane bo xunçey dehanî nîme xendanî
hezaran eşkî xwênînim, bexarî kewte damanî
bedaym eşk efşanim, le tuřey ’enber efşanî
le xarî hîcrî gułbergî teřî taze suxendanî
weku bulbul hezar awaw guřey nałeyî zarim
 
xes û xaşakî řêgakem, bemujganî wefa małî
ẍubar û gerdî dergakem; be’awî dîde řamałî
geda san çîhreyî sîdqim beḧezret padşa małî
le xakî řêgekey kewtim, ke bełkim bibme pamałî
tal’î se’dim, le şûmîy bextî xom, yarim
 
le dewrî bedrî bê neqsî, îḧatey da ke dû gêsû
hîlalî naxunî layda, leser řûy meh, ḧîcabî mû
wederkewtin sifet xałan, leser mahî temamî řû
le şewda; řoj tilû’î kird, syahî şew, fena bû, çû
yedî beyzay nwand dîsan, diłî fîr’ewnî seḧḧarim
 
le gerdin ’eqdî mirwarî, perengî le’lî mumtazî
ke carcare degeł ẍebẍeb, betennazî deken bazî
melek keř bû; leber xirmey, felek lerzî le awazî
giriftare diłî ’alem, benazî çawî ẍemmazî
deşê lew cem’eda bwayem, beçawanî giriftarim
 
perengî dem ’ereqçînî, beçendîn lutif û şîrînî
ke ałozin degeł çînî serî gêsûyî mişkînî
yekê taqe leser ebro; yekêkyan cûtî piř çînî
yekê dexzête bin cîdî, yekê deřjête perçînî
le dest yekyan be’azar û le destî yek, dił efgarim
 
le weqtê besteyî damî ẍezalî çeşmî seyyadim
le qeyd û bendî dû ’alem, beḧemîdîllahî azadim
le mułkî ’arf û ’abîd, biřawe řebit û îsnadim
ne cizwî ehlî tedrîsim, ne şagirdim, ne ustadim
ne mestim min, ne mexmûrim, ne medhoş, ne huşyarim
 
ne pîrî meykede û deyrim, ne zumrey meygusaranim
ne şêxî medrese û we’zim, ne řiştey zuhdidaranim
ne mecnûnim, ne ferhadim, ne wêłî kohsaranim
ne derwêşim, ne sułtanim, ne cizwî tacdaranim
qibûł ka, ger şehî xuban edebNasnava edebî her bendekey parim