ey yadî lebit, hemdemî şewgarî dirazim

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  870 Dîtin
ey yadî lebit, hemdemî şewgarî dirazim
wey zułfî xemit, yek beyekî meḧremî razim
şewgare le xewda, bexeyałî řux û gêsût
ga mecmere efruz û demê çenbere sazim
tîrî muje diłdoz û xemî hîcre cigersoz
to xot bide însaf, degeł kêhe bisazim!
herçende biřa pay umêdim le cenabit
dîsan beserî zułfeweye: destî nyazim
mîhrî řuxî zîbat be’efsaneyî zahîd
dernaçê le dił, zeḧmetî bêhûde; çe lazim!
meḧkûmîy bende, beşehan řesme, beła min
meḧmûdim û bendeyî serî dû zułfî eyazim
ke’bey emelî ehlî wefa, toy beḧeqîqet
binwaře min û řencî byabanî «ḧîcaz»m
bem terze, ke tîrit le diłî me guzerî kird
zîbendeye bew şestî kemandare binazim
her tawe beřengê be edebNasnava edebî xo denwênê
haware le neyřengî bitî şu’bedebazim