ey şeker leb, şahîdî şîrîn kelamî şox û şeng

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  931 Dîtin
ey şeker leb, şahîdî şîrîn kelamî şox û şeng
dem qeşeng, perçem qeşeng, ew xałî dewrî dem qeşeng
řûmetit wek dû gułî geş; leb weku yek ẍunçe guł
gerdenit bellurî bê ẍeş, dem dehanî şengî şeng
bo dû zułfî nafebar û lêwî le’lî etłest
şořişt xiste tetar û bûye aşûbî fereng
camî zehrî tełxî to, bew şerte xot bîdey beme
kêye řû tirşîy bika, em came şehde, ya şereng?
zexmidaranî xedengit, ger defermûy: bê sedan
zexmyan wa karîye, nagate seryan kes bedeng
nazî dił wek şîşe û sextîy diłit wek sengî sext
kêye ẍeyrî min; bedestî xoy bida: şîşe le seng?
řastî, ta zułfî betatay çengîy to negirim bedest
řoj û şew nałey ḧezînim, dête gwêt; wek dengî çeng
ey edebNasnava edebî, to xot beseydêkî şikarî bigre, ta:
dû biroy qewsî keman û tîrî çawan bin; xedeng