’umir geyîye axir û maçêkî cananim nekird
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
2 Xulek
1270 Dîtin
’umir geyîye axir û maçêkî cananim nekird
yek nezer têrim temaşay mahî tabanim nekird
damenim piř xunçeyî firmêskî giryane û qetim;
xunçeyê lew gułşenî xendan le damanim nekird
neş’ebexşî řoḧe badey le’lî canan, ey ’eceb
boç emin qet lew meyem, qetrêk le fincanim nekird
kê şewêkî hemdemî emnî nizarî xeste bû
ta be’ah û nałewe, ta řoj herasanim nekird?
ey nîgarî bê wefa, çendim cefay to dî û emin
yek serî mû, qet xîlafî ’ehd û peymanim nekird
ta lebî le’lî etom dî; bew lebî le’ilit qesem
qet çe caran yadî yaqûtî bedexşanim nekird
subḧidem hatim beşaney kem, serî zułfî syat
çunke «ba» nameḧremî to bû, perêşanim nekird
tîrî mujganit le diłda; ẍemzekey toye; deway
întîzarî merhemî to bû, çe dermanim nekird
lew demey çawim begułzarî cemalî to kewt
qet xeyałî gułşen û yadî gułistanim nekird
wesłî tom ewweł ke dî, nemzanî hîcranî le dûn
lezzetî xuldî berîn bû, yadî nîranim nekird
ew demey maçî lebit, xewfî ’îtabî tom nebû
xatemim pê bû; ke min yadî «silêman»m nekird
to gutit: mercane lêwim; min gutim: cana, behay!
ẍeyrî em sewdaye cana, min çe tawanim nekird
çende wa’îz; we’zî da û fermûy: ke al’işq cinunErebî
’aqłîm kird, ey edebNasnava edebî, bew pendî nadanim nekird