bo ew kese ’îşqî bê, ferqî nîye: kuř, ya: kiç

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 3 Xulek  1346 Dîtin
bo ew kese ’îşqî bê, ferqî nîye: kuř, ya: kiç
herçende ke me’lûme, ferqî çîye: kuř, ya: kiç
bo ew diłey şeyda bê, ferqî nîye her la bê
bełke le hemû la bê, ew la kuř û emla: kiç
bo ’îşqî mecazîy to, bo meḧremî řazî to
şewgarî dirazî to, e’la kuř û eḧla: kiç
kuř, ya kiçî sîmîn ten, herdû gułî yek gułşen
herdû senemî êmen; late, kuř û ’uzza: kiç
kuř, ya kiçî leb noşîn, herdû beřux û řengîn
herdû bemezen; şîrîn, qende kuř û ḧełwa: kiç
kuř, ya kiçî sîmîn ber, herdû bexetin ’enber
herdû weku yek: diłber; ře’na kuř û zîba: kiç
kuř, ya kiçî lale řû, şîrîne beme herdû
wek nuqłî muhenna: kuř, wek şehdî museffa: kiç
kuř, ya kiçî xoş menzer, yek pirtew û dû peyker
wek ’eqdî sureyya: kuř, wek exterî seřa: kiç
kuř, ya kiçî mişkîn mû, herdû beřemin, ahû
tîrî nîgehî herdû, diłduze kuře, ya: kiç
kuř, ya kiçî xoş suret, yek cennete, yek lezzet
kuř boyî weku kewser, qed: şaxeyî tuba: kiç
kuř, ya kiçe tennazin, herdû beme î’cazin
leb wek demî ’îsa: kuř, řû wek kefî musa: kiç
kuř şehdî lebî me’lûm, kiç wek ’eselî bê mum
yek lazme, yek melzum, neş’e kuř û sehba: kiç
bê herdû, ḧerame ’eyş; bê řukin û qewame ’eyş
ew weqte temame ’eyş: yumnî kuř û yusrî kiç
wa xoşe beher anit, piř bê beşebustanit
sed ḧorîy û ẍîlmanit, ẍîlman: kuř û ḧewra: kiç
kuř laleyî gułzare, kiç lu’betî ferxare
bo hemdemî seḧra: kuř, bo suḧbetî nawa: kiç
kuř serûy gułistane, kiç ’uşretî mestane
bo weqtî temaşa: kuř, hengamî tewana: kiç
kuř, şahîdî seyranî, kiç: diłberî penhanî
bo bezmî meheyya: kuř, bo ’eyşî meḧella: kiç
kuř, saqîy sehbaye, kiç ’uzrî pezîraye
bo meclîsî mestan kuř, bo mesnedî tenha: kiç
kuř, řûye weku mehtab, kiç mûye weku sencab
bo pirtewî eywan kuř, bo besterî dîba: kiç
aẍazî sibuḧî kuř, encamî suraḧî: kiç
me’şûqey ezḧîErebî kuř, meḧbûbey zih limaErebî kiç
kuř bo demî «ferwerdîn», kiç bo çileyî hawîn
kiç: behmen û kiç: tişrîn, germa kuř û serma: kiç
bo ’eyşî edebNasnava edebî herdem, kuř maçî meyî derẍem
xendey kiçe; camî cem, bade: kuř û mîna: kiç
nalîNava taybet ke ewî dîba, ełbete debû witbay:
’îşqê ke mecazîy bê, talb mebe îlla: kiç