lew demey ser řişteyî zułfî xemî tom kewte dest

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  1056 Dîtin
lew demey ser řişteyî zułfî xemî tom kewte dest
bo xemî zułifit, serî řiştem hemû derçû le dest
saqîy mestan: eto bî û çawî mestit: camî mey
zahîdî sed sałe, ta dênê, debête mey perist
bo şiksitî qesrî dînim; cûte ebroy taqî to
çunke nûrî eḧmedîy bû, taqî kîsra bû şikest
ẍemze, çî kirdî degeł me, îsmî mestî xiste ser
çunke zanî destî axir, curmê nagîrê le mest
dwê şewê fermût: ’ehd bê, bê wefayî qet nekem
kame şew bû çawekem, sed we’dey wa sextit nebest?
saẍerî mey, çunke wek camî dehanî to deçê
dem bedem buyê le meclîsda desûřê dest bedest
kame care bêyne ser dîdarî mahî tel’etit
zułfî ’eqreb nêşeket; lêman nebête berhełist?
çawekem qedirim bizane, ta le destit derneçûm
çunke wek eminit ẍułamî bawefa, kem dête dest
we nîye her tenya edebNasnava edebî bê, xesteyî peykanî to
lew xedengî abdarî ẍemzeket, kê bû xelest?