ey ḧeddî kibryat weray fehmî masîwa
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
2 Xulek
1474 Dîtin
ey ḧeddî kibryat, weray fehmî masîwa
wey ḧesrî î’tîlat le wehmî me, mawera
çi bikem! eger nekem ser name, be namî to
çi biłêm! eger nełêm ser defter: huwe al’ulaErebî
ewweł etoy û axir etoy, herçî hey, etoy
net îbtîda le ewweł û net axir, întîha
xellaqî îns û canî û řezzaqî dam û ded
settarî ’eyb poş û xetabexşî zu al’etaErebî
toy sanî’î bedî’, le yek qetre awî xam
çendîn hezar çîhre, dekey: yek le yek cuda
toy mubdî’î muḧîtî semawatî seringûn
ta keştî kewakîb têda biken şena
setiḧ û feza; eger be nezer piř me’asîrin
la şey’ ẍeyr zatik fî alsّetiḧ û alfezaErebî
ger dû cîhan be zidî qeza, mişûret biken
la yiqzî alimqitdir îlّa bima qizeyErebî
ger no sîphîr û ḧefit zemîn bibne yek ziban
yek zeře, key senay sîfatit deken eda!
xwanêke nî’metit, be serapay dû cîhan
lew xwane, herkesê beqeder qîsmetî deba
toy xalîqî ẍefûr û ême ’ebdî piř qisûr
toy saḧêbî ’eta û ême: qałbî xeta
ger to, gunahî ême nebexşî, be ’efûy xot
kêy dî heye biçîne penahî be îltîca?
ẍeyrez ewey muqeřeře, be ḧeqîqet edebNasnava edebî
kwa ta’etê ke bîbê be řojî ceza; siza!
xot destigîrî gumřeh û ’asî, be řeḧmî xot
her xot meger ême, le me’asî bixeyte: la