36

derçûnî mîrî botan bo řaw û neçîr
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  632 Dîtin
nêçîrgirî deng û basuxwasan
wa řîzî witarî xoy deda san
řojî heřetî behar ke xoşî
dar û der û berd û herdî poşî
be gya û guł û çiłûkî be kiłûk
řazawe cîhanepîre wek bûk
heryek le nwał û kêw û deştê
bûbûne biřewberî beheştê
her baxçeye wek beheştî gewre
serçaweyî awî jîn le dewre
her kêwe lecûrî kêwî tûrê
mûsa debû papetî, bibûrê
her çome leçeşnî hejdîhayek
her darê be zarî xoy xudayek
her sûregułê giřêkî bê tîn
her çîmenî şîn û şadî bê şîn
çî bulbule kirdibûye gałe
herçî mele bibuwe hawpyałe
gakêwî û ask û mamz û goř
kew, qaz û qurîng û kotir û poř
gelgel deçřîn le kêw û şaxan
polpol defřîne mêrg û baxan
ew kateye bawî geşt û řawe
herkes kułî dił denête lawe
fermanî serokî kurdewarî
wabû ke beyanî xełkî şarî
giş xurit û cwan û pîr û lawê
ba bên legełim biçîne řawê
zuřna û keřena û dehoł û dimbeg
bênin hemû, bên be çek çi bê çek
nêrîne bimênnewe le małan
mał û serîyan deden betałan
amade be çek ewanî bûyan
her kun de beyan nebû hemûyan
kobûnewe gişt ledewrî şara
řût û be şimek, hejar û dara
pêxwas û bekewş û mîr û aşêř
serberz û newî û bepê û şel û gêř
hêndêk çekeçek biřêk bepřitaw
bew bezim û heraye geyne cê řaw
dabeş bû şikar le mah û zenwêr
cê leq bû wirç, řewîn goř û şêr
hewhew guřeguř beçeşnî hewran
pêy toqî diłî piłing û bewran
begzade û pałewan û serdar
hî gurizgiran û sûkełeswar
degirin serî kêw û deşt û qedpał
dekutin decnin be gurz û gopał
degirin dediřn wezîr û mîran:
ask be kemend û şêr be şîran
tajî û tułe pêş be pêşî pêřew
řawêçke deken ke hełfiřn kew
degirin berege be baz û terlan
kerwêşkî weder denên leser lan
jê dekşin û tîr be gel dehawên
bałinde dekewne deşt û dawên
kê dê bezeyî be bêzmanan
demirin, demî bezme bo memanan
espî řesenî ḧidûdî gwêbel
girtye xene kilk û yał û çwar pel
ba kêşewe ken le goşt hejaran
saẍan be xuřa berin swaran
êware ke hat û řawbetał bû
diłxoş hemû laye řû be mał